‘‘Rêzimana Kurmancî’ berhema şoreşa ziman a li Rojava ye’

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen der barê pirtûka ‘Rêzimana Kurmancî’ de got ku pirtûk berhema şoreşa ziman a li Rojavayê Kurdistanê ye. Armanca wan standardbûna zimanê nivîskî ye.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî û yek ji nivîskarên pirtûka “Rêzimanê Kurmancî” Viyan Hesen têkildarî rewşa zimanê Kurdî ya beriya şoreşê, naverok û armancên wan ên ji bo derxistina berhemê ji me re axivî.

Beriya şoreşê rewşa zimanê Kurdî

Viyan Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Bi her awayî zimanê Kurdî qedexe bû, tu derfet ji bo vî warî tunebû, ji ber vê yekê, bi taybetî xebatên Saziya Zimanê Kurdî bi xwe bi awayekî veşartî bûn. Piştî şoreşê van kesan êdî derfet dît ku fêrbûna bi zimanê Kurdî bi pêş bixin, ji ber ku qedexeyên li ser ziman rabûn, zarokên Kurd êdî dikaribûn bi zimanê xwe biaxivin. 12 sal in ku ji refa seretayî heta asta zanîngehê bi zimanê Kurdî tê xwendin.”

Naveroka ‘Rêzimana Kurmancî’

Viyan Hesen behsa naveroka pirtûkê kir û wiha got: “Pirtûka ‘Rêzimana Kurmancî’ mijarên rêzimanî dihewîne ku ji 6 beşan pêk tê. Di van her şeş beşan de mijarên rêziman û rastnivîsê bi beş û binbeşên xwe ve ku mijarên sereke ne, hatine bicihkirin. Bi taybetî di beşa rastnivîsê de, me hewl da em wan mijarên ku du sê sal in nîqaşli  ser hilbijartina bijarteyên ku dezgeh bi kar bînin, di pirtûkê de bi cih bikin. Jixwe me awayek ji wan awayan hilbijart û sedemên hilbijartina wî awayî jî me destnîşan kirin. Her wekî din mijarên mîna dengnasî, mofolojî, ristesazî, watenasî, rastnivîsîn û xalbendî di pirtûkê de hatine bicihkirin.”

‘Armanca me ew ku em têgehan tenê bi zaravayê kurmancî bi sînor nehêlin’

Di berdewamiya axaftina xwe, Viyan Hesen wiha armancên xebata xwe ya “Rêzimana Kurmancî” rêz kir: “Heta ji me hat, di naveroka berhemê de, me girîngî da hilbijartina têgehan. Ji ber ku ev demek e, di têgehên termînolojya ziman-nasiya kurmancî de pirsgirêk hene. Ji ber ku xebatên kurmancî zêdetir takekesî ne; ne xebatên dezgehî ne, her kes li gorî ast û zanebûna xwe têgeheke nû çêdike yan têgeheke heyî hildibijêre. Me hewl da, bi taybetî di hilbijartina têgehan de, em tenê di çarçoveya kurmancî de nemînin. Me zaravayên din jî wekî çavkanî girtin, me ew lîsteya têgehan hilbijart ku dê bikaribe zaravayên kirmanckî, zazakî, soranî û kurmancî nêzî hev bike. Di heman demê de ji bo çêkirina yekgirtinekê di navbera zaravayan de di warê têgehan de çêbibe. Pêdivî hat dîtin ku berhemeke wiha were afirandin ji bo van qadên ku zimanê Kurdî tê de fermî ye, hem dibistan û saziyên perwerdeyê, hem jî dezgehên weşan û ragihandina bi Kurdî. Armanc û encam jî ew e ku yekgirtinê di navbera zimanê nivîskî yên van dezgehan de çêbike.”

‘Xebateke ku di nav rewşa şer de hat amadekirin’      

Viyan Hesen da zanîn ku ji ber rewşa şer û êrîşên Tirkiyeyê yên berdewam, xebata wan dirêj kiriye û got: “Amadekirina pirtûkeke wiha li Rojava zehmet bû. Destpêkê ji hêla xwegihandina çavkaniyan, ve gelek lêveger tunebû ku em xwe bispêrin an jî kêm bûn. Carna em bi mehan li benda pirtûkan diman heta ku digihîştin ber destên me. Her wiha rewşa şer jî bû astengî ku derxistina berhema me dereng bimîne. Çend caran di qonaxa amadekirinê û di heman demê de çapkirina berhemê de, ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, xebat dihat rawestandin an jî cihê xebatê bi xwe dihat guhestin.”

‘Tecrube û serpêhatiyek ku serfiraziyê tîne’

Viyan Hesen dilxweşî û serfiraziya xwe ji bo cihgirtina di xebateke wiha de ku xizmeta nifşên pêşerojê dike anî ziman û wiha bi dawî kir: “Ji bo me herdu nivîskaran ku di temenekî ciwantiyê de, bi taybetî ji bo xwe bibêjim, tecrubeya me ya pêşîn bû di vî warî de. Di 12 salan de me wane û semîner didan, me not ji wan digirtin lê di asta xebateke wiha de yekemîn tecrube bû. Cihê dilxweşî û serfiraziyê ye ku ez dikaribûm cihê xwe di xebateke wiha de bigrim ji ber ku armanca sereke xizmeta zarokên em ye. Hestên ku me nejiyabû, ji bo ku zarokên pêşerojê bijîn me xwest em xizmeteke wiha bikin.”