Qumriye Mistefa 40 salin di mala xwe de tevn çêdike

Qumriye Mistefa a di mala xwe de xwe de 40 salin tevin çêdike û di çêkirina nexşê li ser tevnan de bûye hosta. Ew êdî li ber destê xwe nanêre, dema tevin çêdike bi derdora xwe re sohbet dike destê wê jî li gorî wezna tevin diçe û tê di ber sohbetê re.

Qumriye Mistefa a di mala xwe de 40 salin tevin çêdike û di çêkirina nexşê li ser tevnan de bûye hosta. Ew êdî li ber destê xwe nanêre, dema tevin çêdike bi derdora xwe re sohbet dike destê  wê jî li gorî wezna tevin diçe û tê di ber sohbetê re.

ROJ HOZAN
Qamişlo - Qumriye Mistefa a 55 salî ji gundê Girzîro yê bajarê Dêrikê girêdayî Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Qumriye tevî xwîşka xwe Sitî Mistefa bi tenê jiyana xwe didomandin û di mala xwe de ev 40 sal in tevin çêdikin. Dilnizmî, rûkenî û mêvanperweriya wan dihêlê ku mirov ji suhbeta wan kêfxweş bimîne. Têkildarî pênaseya çanda tevnan û rêbazên çêkirina wan Qumriye Mistefa ji me re axivî.   
Qumriye bal kişand ser hînbûna çêkirina tevnan û wiha got: “Em bi eslê xwe koçer in li gundan mezin bûne û dijîn. Jiyana koçeran tijî ked e û wekî din jî em xwedî nirxekî pîroz in di aliyê parastina çandê de. Dayika me tevn çêdikirin û em jê hîn bûn. Tê bîra min di temenekî pir biçûk de em fêr bûn û heya niha jî em vê xebatê didomînin. Piştî dayika min çû ser dilovaniya xwe min û xwîşka xwe Sitî tevna wê bi kar anî û me nehişt rojekê tenê bê berhem bimîne. Jinên koçer hemû dizanin tevnan çêbikin lê tu kes êdî çênake û ji ber ên tevnan çêdikin jinên temenê wan mezin e û pir nexweşiyên wan hene êdî nikarin çekin û heqê temen jî li ser me heye. Hezkirina çêkirina tevnê di dilê me de hatiye kolandin.”
Civatên jinan li derdora tevnê 
Qumriye behsa alîkarî û suhbeta jinan li derdora vê tevnê kir û wiha domand: “Li derdora vê tevnê gelek jin li hev civiyane û alîkariya hev kirine. Gelek caran jinên gund bi me re dibûn alîkar û her kesê qîmetê dida vê amûra çandî. Mirov ji gelek deveran tên serdana me û daxwaz dikin em ji wan re tiştan çêbikin. Ew bi xwe gulokên rîs tînin, em ji wan re bi teşiyê dirêsin û paşê ji wan re li ser tevnê dikin tişta ku ew dixwazin. Li derdora vê tevnê gelek çîrokên jinan hene û dilgeşiya kombûnên wan rojan her di bala me de ne. Em naxwazin dûrî vê çandê bikevin, ji ber ku çand kombûn û hevpariya ruhê jinan tîne ber hev.” 
Qumiriye bal kişand ser amûr û tişên ji tevnê çêdikin û wiha domand: “Dema em li ber destên dayika xwe hîn bûn destpêkê me nizanibû em baş nexşê wê di tevnê de derbixin heya çend caran me lê mêze dikir, ji bo wê heya demeke dirêj çêkirina wê dem ji me dixwest. Niha em tûrik, merş, xalîçeya nimêjê û her tiştên rîs tê de tê bikaranîn, çêdikin. Êdî di demeke kin de em karê nav destên xwe xelas dikin bi qasî sê rojan em dikarin merşeke mezin çêbikin. Jixwe hin amûrên din jî bi tevnê re tên bikaranîn mîna pîjik, teşî, sîng, mastûr, dar pişt û kerekût , ev hemû ji  bo hûnandina ta û derxistina nexşê di tevnê de tên bikaranîn. Bi rastî me pir ked da heya em gihan vê astê, hêsanî di vê xebatê de nîn e canê mirov heya mêjiyê wê dikeve tevgerê. Niha mêjiyê me nexş dike û hunera destên me wê dirêsê. Her dem jî derbas bibin çêkirina tevna ji bîra me naçe, sebra me bê ked nayê. Em çanda resen bi rengê domandina jiyanê pêşkêş dikin.”  
Zehmetiyên çêkirina tevn
Qumriye qala zehmetiyên ku niha pê re rû bi rû dimînin, kir û wiha domand: “Bi rastî canê me wekî berê ne xurt e, em bi temen mezin bûne û çêkirina tevnan hêzeke xurt jê re pêwîst e. Bi qasî girêdana bi vê çandê re em heya niha di çêkirina tevnan de dixebtin, ji ber ku ev xebat jêdera aboriya me ye. Gelek nexweşiyên wekî êşa kabok û piştê bi me re hene û ji bo me zehmet e wekî berê bi tevgereke xurt bixebitin. Mirov xwe nawestînin di ber vê çanda pîroz de, kêm mirov hene wekî me tevnan çêdikin. Lê dîsa jî heya em dikarin berhemên xwe pêşkêş dikin em dest ji çêkirina tevna bernadin.”  
Hezkirin û girêdana jinan bi amûrên çandî re
Qumriye da zanîn ku ew beşdarî çend pêşangehên folklorî bûne û berhemên hunera tevnên xwe tê de pêşkêş kirine û wiha pêde çû: “Gelek caran em di pêşangehên folklorî de beşdar bûne û me berhemên hunera xwe tê de pêşkêş kiriye. Tişta herî zêde bala mirovan dikşîne hezkirina dayikan ji van alavên kevnar e. Dibe ku gelek ji wan nizanin çêbikin yan jî amûrên wê li gel wan nîn in lê ez di wê baweriyê de me hemû dayik bêriya vê çandê dikin û dixwazin her zindî bimîne. Di dawiyê de hêviya me ji hemû jin û ciwanan heye vê çanda pîroz biparêzin. Me keda dayika xwe li erdê nehîşt, em bi hêvî ne nifşên piştî me jî keda me li erdê nehêlin.”