Pirtûka ‘Raywanîya Rojawa de’ derket

Pirtûka Nivîskar Şeyda Asmîn ya bi navê ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Çapxaneya Meyman derket.

 
Navenda Nûçeyan - Pirtûka nû ya Nivîskar Şeyda Asmîn ya bi navê ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Çapxaneya Meyman derket. Di pirtûka bi piştevaniya Rojnameya Jinê Newaya Jin ji bo çapê hat amadekirin de bi dehan çîrok cih digirin. Di pirtûka ji 80 rûpelî pêk tê de mijarên li Rojava derbas bûne cih digirin. Serhildana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê wekî mijar hatiye destgirtin. Tevahiya çîrokên di 2012 û 2020'î de li Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Heleb û Xinêreyê hatine nivîsandin "rengê şer" nîşan dide.