Pirtûka nû ya Roza Metîna 'Guliyên ji Bêhna Şimamokan' derket

Pirtûka nû ya nivîskar, helbestvan û rojnamevana kurd Roza Metîna ya bi navê 'Guliyên ji Bêhna Şimamokan' ku ji 7 çîrokan pêk tê û lehengên jin tê de cih digirin, derket.

Navenda Nûçeyan - Pirtûka nû ya nivîskar, helbestvan û rojnamevana kurd Roza Metîna bi navê “Guliyên ji Bêhna Şimamokan” ku ji aliyê weşanên Aryen ve hatiye amadekirin, gihîşt xwendevanên xwe. 4 çîrokên pirtûka ku ji 7 çîrokan pêk tê, berê hêjayî xelatên cuda hatibûn dîtin.

Nivîskar di sala 2019’an de bi kurteçîroka xwe ya bi navê 'Guliyên ji Bêhna Şimamokan' di Heştemîn Pêşbirka Çîrokên Kurdî ya Şerzan de di beşa kurteçîrokên Kurdî de xelata yekem wergirtibû. Roza Metîna di berhema xwe ya dawî de têkoşîna jinên Kurd a li dijî polîtîkayên li ser înkarê hatine avakirin û zîhniyeta monîst a ku nasnameyê înkar dike vedibêje. Lehengên sereke yên çîrokên di berhemê de jin in. Her wiha rismê li ser bergê pirtûkê aîdî rojnamevan-hunermend Zehra Dogan e.

Berhemên din ên Roza Metîna ev in:

“Bilindahiyên Xwedawend (helbest) 2014,

Hêviyên Dilazad (helbest) 2015,

Sêgoşe û Çargoşe (Çîroka Zarokan),

Tilîya Qereqûçkê (helbest) 2019,

Rabuna Berî li Gulberojan 2023 (çîrok û antolojiya helbestvan û nivîskarên di girtîgehê de)”