Pirtûka Nagîhan Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket

Rojnameger Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin û pirtûka wê ya helbestan ya bi navê “Nîsan” hate weşandin.

Navenda Nûçeyan-Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama sûîqestekê de hatibû qetilkirin. Helbestên ku Nagîhan di dema xebatên Pirtûkxaneya Berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê dimeşand nivîsandibû, weke pirtûk hate çapkirin. 

Pirtûk bi navê “Nîsan” ji hêla weşanên Jingehê ve hate çapkirin. Rojnameger Fatma Koçak û Bekîr Avci edîtoriya pirtûkê kirin û pirtûk ji 70 rûpelan pêk tê.