Pirtûka Dengvedana Çîrokan behsa jinên astengdar dike

Nivîskara Filistînê Sabreen Abu Askar ku pirtûka xwe ya bi navê dengvedana çîrokan îmza kir, di destpêkê de kesên astengdar jî di nav de pirsgirêkên jinên Xezayê di aliyê aborî de girtiye dest.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Nivîskara Filistînê Sabreen Abu Askar ku pirtûka xwe ya bi navê dengvedana çîrokan bi navê orjînal “Sada Al-Hekaya” behsa pirsgirêkên jinan di nava civakê de û mafên wan ên rewa bi zorî zehmetiya bi dest dixin bi qehremanên çîrokê re vedibêje.

Sabreen Abu Askar di 18’ê Adarê de pirtûka xwe ya bi navê dengevedana çîrokan îmze kir. Di roja îmzeyê de got ku ew her dem ji mafên jinan bawer dike. Nivîskar ji ber rewşa siyasî di bin ambargoyê de ye, di destpêkê de kesên astengdar û jinên Xezayê ku rastî tundîtûjiyê tên ji bo were teyîsandin, qehremanê romanê yekê bê ling hilbijartiye. 

Sabreen Abu Askar bal kişand ku divê jin rastiyê bibînin û da zanîn ku ev tecrube ji bo wê ne ya yekem, berê jî di bin dorpêça Xezayê de li bajarê ku zehmetiya aborî dikişand, êşên ku jin dikşînin û çîroka rêveberiya malbatê vegotiye.

Ji bo pirtûkê biweşîne dest ji mafên xwe yên telîfê berda

Sabreen Abu Askar ji bo metna pirtûka xwe ava bike li gorî derketina karekter û girêdana wan pêvajoyek giran a nivîsandinê derbas kiriye li ser wê demê dibêje: “Ji bo ez berhemên xwe biweşînim, saziyek fermî tunebû û min gelek zehmetî kişandin ji bo ev pirtûk were weşandin min dest ji mafên xwe yên telîfê berda. Bi vî awayî ji aliyê weşanxaneyan ve keda min hat xwarin.”

Nivîskar Enas Lafî jî der barê dengvedana çîrokan de wiha got: “Jiana ku dayik û bavê xwe winda kiriye û astengdar e di aliyê şert û mercên aborî û civakî de têdikoşe. Ez dixwazim jinên wiha di hemû qadan de bibînim.”

Nivîskar Enas Lafî jî ji bo romana bi navê “Dengvedana Çîrokan” dibêje, “Ji bo jineke bihêz û xwedî pêdiviyên taybet ku dê û bavê xwe winda kiriye, weke modeleke girîng e ku bi şert û mercên aborî û civakî re têbikoşe. Ez dixwazim jinên wiha li hemû qadan bibînim."