Pirtuka bi navê Mîrza Mengurî û mêjuya jin hat nasandin

Bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîran pirtûka bi navê ‘Mîrza Mengurî û mêjuya jin’ ku ji aliyê Raz Îsmet ve hatiye nivîsandin hat danasîn.

Silêmanî- Duh êvarê li navenda rewşenbîra Rehend û Roman a bajarê Silêmaniyê pirtûka bi navê Mîrza Mengurî û mêjûya jin ku ji aliyê Raz Îsmet ve hatiye nivîsandin ji bo xwendevanan danasîna wê hat kirin.
Dr. Kamuran Mehemed danasîna  pirtûkê kir behsa naveroka wê kir û got: “Ev pirtûk der barê dîroka jinê de ye û her wiha girîngiya fikrên dîroknasa Rojhilata Kurdistanê Mîrza Mangurt raxistiye ber çavan.”
Piştî nasandina pirtûkê beşdaran nêrînên xwe yên der barê pirtûkê de anîn ziman û nivîskara pirtûkê Raz Îsmet bersiva beşdarên ku nêrînên xwe anîn ziman da da.