Pirtûka 'Berxwedan' a rojnamevana Îtalî Laûra Schrader derket

Pirtûka 'Berxwedan' a rojnamevana Îtalyayî Laûra Schrader a li ser serpêhatiya aştî û berxwedanê ya 20 salên dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsand, ji aliyê weşanxaneya Edîzîone Pûnto Rosso ve hate weşandin.

 

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan a Îtalî Laûra Schrader ku di nava Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' cih digire, li ser hewldanên aştiyê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê, têkildarî berxwedana li Kurdistanê ya bi fikir û felsefeya Ocalan pirtûka 'Berxwedan' amade kir. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Edîzîone Pûnto Rosso ve hate weşandin.

Di pirtûka xwe de berxwedana gelê Kurd a li dijî qirkeriya Erdogan nirxand

Nivîskara pirtûkên I Fuochi del Kurdistan (Agirê Kurdistanê), Civilta e Verita (Şaristanî û Rastî) Laûra Schrader, bi pirtûka Berxwedan (La Resistenze del Popolo Kurdo Contro il Genocidio di Erdogan) re berxwedana gelê Kurd a li dijî qirkeriya Erdogan nirxand.

Nivîskar di pirtûkê de cih dide fikir û felsefeya Abdullah Ocalan

Nivîskar di pirtûka Berxwedan de cih dide berxwedana li ser fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ku ji aliyê gelê Kurd ve li dijî şerê îmhayê yê topyekûn tê meşandin.

Nivîskar sekna rêbertiya ya Abdullah Ocalan bi berfirehî dinirxîne û destnîşan dike ku di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî bi milyonan Kurdan tecrîd tê ferzkirin.

Pêşengiya jinên Kurd bi belgeyên şênber tên nîşandan

Nivîskar serhildanên gelê Kurd, şerê efsanewî yê gerîla û pêşengiya jinên Kurd a li nava şer û qada civakî bi bûyer û belgeyên şênber nîşan dide.

Nivîskar bale dikşîne li ser performansa Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê

Nivîskar hewldana aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji agirbesta giştî ya sala 1993'yan û vir ve dinirxîne û qala Komên Aştiyê, Civînên Oslo û peyama li Newroza 2013'an dike. Nivîskar performansa Ocalan a ji bo aştiyê, her wiha pêşdîtinên wî bi berfirehî nîşan dide. Di heman demê de pêvajoya ku Erdogan di sala 2015'an de şer îlan kir, bi hemû aliyên xwe dinirxîne.

Di pirtûkê de behsa şoreşa li Rojava tê kirin 

Di pirtûkê de her wiha qala şoreşa li Rojava, berxwedana Kobanê, berxwedana Şengalê tê kirin û tê destnîşankirin ku li dijî mejiyê DAÎŞ'ê fikir û felsefeya Ocalan ji bo cîhanê girîng e. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê jî bi detayan tên nirxandin.

Pirtûk diyarî kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.