Pîrozbahiya cejna Pîrşalyar bi dawî bû

Cejna Pîrşalyar ku li Rojhilatê Kurdistanê tê pîroz kirin, bi dawî bû.

DINYA NEZERÎ

Sine - Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema serê Sibatê de tê pîrozkirin û sê rojan berdewam dike. Ev cejn li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 Zerdeştiyan e; di dema yekemîn germa li hewa, av û axê dikeve tê pîrozkirin. Cejna Pîrşalyar a li Hewremanê dest pê dike; li Sine, Kirmanşah, Merîwan, Pawe, Ciwanro, Bane, Seqiz, Tehran û bajarên li bakurê Îranê tê pîrozkirin û gelek kes ji bo pîrozkirina cejnê berê xwe didin Hewremanê. Cejna Pîrşalyar a îsal piştî pîrozbahiya sê rojan bi dawî bû.

Jinên ku bi nan û kadeyên ku çêdikin beşdarî cejna Pîrşalyar bûne kêfxweşiya xwe anîn ziman û di rêvebirina cejnê de cih nedayîna jinan rexne kirin.

Şehdiye Ekber a yek ji wan jinan e ku bi çêkirina kadeyan ve mijul dibe, wiha got: “Ev sê sale ez têm vê taxê, nêzî mala Pîrşalyar tê pîrozkirin. Di van salên dawî de beşdariya jinan baştir bûye ev jî cihê keyfxweşiyê ye.”

Şehla Fetihî ya di merasîma Hewremanê de amade bû wiha got: “Jin û mêr hertim bi hev re kar kirine. Bi taybet li Hewreman erkê parastina çandê li ser milê jinê ye. Her çend berpirsyartiyek zêdetir li ser wê ye, lê belê piranî bi karê malê ve tê sînordarkirin. Di merasîma Pîrşalyar de ku xelkek zêde berê xwe didin navçeyê, divê rola jinan zêdetir li ber çavan bigrin. Ev jî diyar dike ku li Hewreman dikarin merasimê bi rêve bibin.”