“Pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi Şanoyên Kolanan heye”

SORGUL ŞÊXO
Stran û muzîk dengvedana hestên mirovan in, şano û lîstok jî rasteqîniyên civakî ne. Di nava şerê germ û sîng bi sîng de, ya herî zêde li pêş e û şervanên jin û xort jê hêzê digrin, moral e ango stran in. Dengê hemû şervanan wekî zingilê ye û muzîkeke wisa xweş hestên mirovan hembêz dike, ji zengiloka wan a zelal derdikeve û bedewbûna wê li tevahî gerdûnê belav dibe. 
Şervanên ku di operayonên leşkerî de cih digrin, her şev li ber dengê top û guleyan, stranan dibêjin û dengê guleyan wekî muzîkekê tê guhên wan. Bi stranan asta hezkirina ji axê, bêhnvedan û tekoşîna xwe vedibêjin. Stran dilê mirovan mest dike. Zanyarên cîhanê dibêjin: Ên ku ji muzîkê hez nekin, ji jiyanê jî hez nakin û bi tu awayî mirovahiyê hîs nakin. Ji lewre yên ku li stranan bi her cureyên wê guhdar nekin, xwedî li çand û dîroka xwe jî dernakevin. 
Bandora stranan li ser hest û ramanên mirovan zêde ye
Di nava şer de ya herî pêwîst jî rola sazî û dezgehên çand, hunermend û alavên muzîkê ne. Çawa şervan bi germahiya dilê xwe li hemberî top û balafiran tiliyên serkeftinê bilind dikin û dirûşman davêjin ango dilîlînin divê ku her kes wan hestan bijî. Ji lewre di Rojavayê Kurdistanê de ruxmî ku şoreşeke çandî û hunerî jî hatiye lidarxistin, kêmasiyên wê jî hene. Çawa hestên civakê dikevin tevgerê? Çawa civak bi dîmenek ango fîlmekî bandor dibe? Gelek ciwanên Kurd bi stranên gelêrî û şoreşgerî bandor bûne û wisa tevli nava tevgerên azadiyê û xebatên cur be cur ên dikevin xizmeta jin û civakê, bûne. Bandora her stranê û şanoyê li ser civakê û bi taybetî jin û ciwanan heye. Stran wijdanê mirovan dixin tevgerê, asoyên fikirandinê fireh dike, dihêle ku mirov hîs bike ku dijî. Mînak: Gelek çalakiyên çand û hunerê ango Hîlala Zêrîn ên hunerî tên lidarxistin lê li deverên taybet wekî cihek tenê ji bo lidarxistina çalakiyên hunerî hatine diyarkirin. Lê li gorî nêrîna min, ev bi xwe şaş e, ji ber çand û huner divê ku şev û roj di nava civakê de be. Divê li kolanan, li deverên giştî, li nava taxan û bi zarokan re bin.
Ji bo civakê şano pir girîng e
Saziyên çand û hunerê û Hîlala Zêrîn ne ewqas saziyên ku mirov girîngiyê nedê ye, rast e pir xebat û stran û gelek berhem dane çêkirin lê li aliyekî din jî kêmasiyên wê jî hene. Ji ber ku ya niha herî zêde bandorê li hest û nêrînên civakê di vî şerî de dike, şano ye. Çêkirina şanoyan pir kêm e, tenê di rojên taybet de çêdikin û pêşkêş dikin. Lê jê zêdetir û ya herî girîng û bi bandor jî ew e ku lîstikvan di nava civakê hunera xwe pêşkêş bikin, şanoya xwe pêşkêşkirin peyamek ji civakê re ye. Ji lewre ji hemû deman zêdetir û di nava gelek şerên ku li dijî şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, pêwîstî bi çalakiyên hunerî heye. Dibe ku tu kes nikaribe bi rêya tv. ango radyo û ajansan re peyamên girîng bigihîjîne civakê lê di riya hunerê re tu dikarî pir tiştan jî bidî ku civak jê sûdê werbigre.  
Bi lîstikên li kolanan peyama hunerî dikare were dayîn 
Li aliyê din jî derûniya civakê di dema niha de pir girîng e û divê ku em hemû ji bo vê yekê bixebitin. Civakeke ku ev 10 sal in di nava şer de ye, helbet di aliyê derûnî de ne rihet e, ji ber vê yekê em çiqasî bi baldarî xwe bigihîjînin hestên civakê û wan ji rewş û derûniya xirab derxin, ewqasî girîng e. Ya ku di asta yekemîn de tê xwestin ew e: Lidarxistina Şanoyên Kolanan, bi taybetî mijarên hunerî û li aliyê din jî mijarên wekî hişmendiya civakê û şerê ku rû dide lê bi rêbazeke ku mirov bikaribe peyama xwe bigihîjîne mêjiyê civakê. Çalakiyên hunerî li taxan, stran, muzîk û lîstik her wiha zarokên taxê bi xwe hunera xwe pêşkêş bikin û ew hêz li cem wan çêbibe ku bizanibin di civakê de xwedî rol in. Ez di wê baweriyê de me ku her şanoyek li kolanekê çêbibe, wê gelek guhertinan bi xwe re bîne. 
Pêwîstiya gelê me bi vegotina hestên wan û rasteqîniya civakê ya ku tê de dijî heye. şervan govenda azadiyê û serkeftinê digerînin û dengê guleyan wekî muzîkê ji xwe re dibînin. Divê ku civak jî vê rastiyê û hestî bijî divê ku bersiva hemû pirsên di mejiyê xwe de di wê şanoya ku tê lidarxistin de hebe. Şano kilîta hest û rihê mirov e. Şanoyek dems ku tê pêşkêşkirin rastiyên civakê, şoreş û dîrokê radixîne ber çavan. Li hemberî şer dengê stranan bilind bikin, stran rastiya aştiyê ne û şano vegotina armanc û rihê mirov e.