Pêşengeha wêneyan a zarokên Şehbayê

Xwendekarên ku beşdarî pêşengeha wêneyan a li navçeya Şêrewa ya Efrînê bûne di wêneyên xwe de êrîşên ser Eftînê dane dîtin.

HESNA MIHEMED
Şehba - Bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya Komîna Xêzkirina Wêneyan a kantona Şehbayê pêşengehek wêneyan li gundê Ziyaret ê navçeya Şêrewa ya girêdayî kantona Efrînê hat vekirin. 16 xwendekar  bi wêneyên xwe beşdar bûn. Cihê pêşengehê bi zêdetirî 200 tabloyên ku li ser rengê jinê, xweza û filklora kurdî di nav xwe de dihewîne hatibû xemilandin. Di pêşengehê de malbetên xwendekaran, navenda Çand û Huner, Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn û navenda Çand û Huner a bajaroka Til Rifetê ya kantona Şehabyê amade bûn. Pêşengeh ji aliyê dayika bi navê Sabîha Mihemed hate vekirin. Xwendkar bi cilê xwe yên filklorî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn. Xwendekarên ku bi tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bûne li ser xebatên xwe yên xêzkirinê axivîn.
"Min di tabloyên xwe de folklora Kurdî xêz kiriye"
Xwendekar Sozyar Hemo ya 13 salî ku bi 24 wêneyan beşdarî pêşengehê bûye wiha dibêje: "Ez li dibistana gundê Ziyaretê dixwînim. Hezkirina min ji xêzkirina wêneyan re heye loma derbasî komîna xêzkirina wêneyan bûm ta ku xwe zêdetir pêş bixim. Ez bi 24 tabloyên xwe beşdarî vê pêşengehê bûm. Min di tabloyên xwe de filklora kurdî xêzkir ji ber her çanda me rastî qirkirinê tê, di heman demê de tabloyek min li ser êrîş û şerê ku li Efrînê qewimiye ye. Her wêneyek balê min dikşand min xêz dikir. Em dixwazin xwe di warê xêzkirina wêneyan de bêhtir pêş bixin ji ber ew jî beşek ji çanda me ye û bi rêya wê em êş û azarên gelê xwe ji raya giştî re nîşan didin."
"Min berxwedana jina Kurd xêzkiriye"
Xwendekar Sînem Elî ya 14 salî li dibistana gundê Ziyaretê xwendina xwe didomîn diyar kir ku wê di taboyên xwe de hewil daye rengînî û xwezaya jinê bide dîtin û wiha domand: "Em fêrî zimanê dayikê dibin û bi zimanê xwe dixwînin. Ev 3 meh min di komîna xêzkirina wêneyan de cih digirtiye. Dayika min piştgirî da min ku ez xwe bigihînim vê astê. Di wêneyan de min xwest jin û huner, xwazeya jinê û rûyê jinê yê watedar xêz bikim. Di van wêneyan de min xwest azadiya jin derbixînim pêş. Meraqa min li ser xêzkirina wêneyan heye. Armanca min ji xêzkirina wêneyan ew e ku berxwedan û qehremaniya jinên kurd derbixînim."
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev pêşengeh wê du rojan bê dewamkirin û sibê sazî û dezgehên navçeya Şêrewa û Meclîsa Malbetên Şehîda wê pêşangehê ziyaret bikin.