Pêşbirka wêneyan a jinên ciwan dest pê kir

Pêşbirka wêneyan a bi navê “Bi Çavên Te Welat” a ji aliyê jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê dijîn ve tê organîzekirin, dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Pêşbirka wêneyan a bi navê “Bi Çavên Te Welat” a jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê dijîn pêşengî dikin, dest pê kir. Wêne, kolaj û fotoyên bi mijara hêzkirin û girêdana welat, dikarin ji navnîşana fermî ya E-Mail ([email protected]) ya pêşbirkê yan jî li ser rûpela Instagram (bicaventewelat) werin şandin.

Piştre ji aliyê jûriya wêneyê ve ji her şaxê serkeftiyê dê were hilbijartin. Di meha Nîsanê de jî dê hemû berhem di pêşangeheke wêneyan de bên pêşandan.

Wênesazên Kurd Asli Fîlîz, Bêrîvan Dogan û wênesaza Afgan Leila Moussa di jûriyê de ne.

Ji bo beşdarbûna pêşbirkê divê versiyona dîjîtal a wêneyê, navê wêneyê û agahiyên kesên ku berhem çêkirine hebin.

‘Huner rê li ber cîhaneke nû vedike’

Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “Huner rê li ber cîhaneke nû vedike, ber bi cîhana hest û ramanan ve dibe. Cîhana hestiyar a jinan xwedî kûrahiyeke bêhempa ye. Her kes hestên xwe bi awayekî cuda îfade dike. Di vê serdema ku em dijîn de dengê jinên Kurdistanê diafirînin. Jinên Kurd di warê leşkerî û çandî, ziman û hunerî de parêzvanên Kurdistanê ne! Lê hê Kurdistan di bin kedxwarî û dagirkeriyê de ye. Ji ber vê yekê îfadekirina me ya hestên xwe yên li hember Kurdistanê girîng e û nîşaneya hêzÊ ye. Îfadekirina hezkirina welat jî çalakiyek e.”