Pêşangeha huneri ya El-Meya ya Cezayirî

Hunermenda Cezayirî Maya Bin Şêx El-Feqon pêşangeha xwe ya hunerî a yekem bi navê Umlêl di 20'ê Adarê de vekir û dê heya 10'ê Nîsana 2021'an li Qesra Çandê ya Moufdî Zekeriya li paytext Cezayîr, bidome.

Hunermenda Cezayirî Maya Bin Şêx El-Feqon pêşangeha xwe ya hunerî a yekem bi navê Umlîl di 20'ê Adarê de vekir û dê heya 10'ê Nîsana 2021'an li Qesra Çandê ya Moufdî Zekeriya li paytext Cezayîr, bidome.
NECWA RAHİM
Cezayir – Hunermenda Cezayîrî Maya Bin Şêx El-Feqon ku wekî El-Meya Bin El-Feqon tê nasîn, di 1988'an de hatiye dinê. Di navbera salên 2007-2013'an de li dibistana Hunerên Bedew a Cezayirê xwendiye. Berhemên wê li gelek pêşangehên Cezayir û derveyî welêt derketin. Her wiha beşdarî gelek rûniştinên hunerî li Ewropayê bû û herî dawî li dibistana Hunerê a bi navê Bivîla Arson ya Frensî, rûniştinek hunerî lidarxist.
“Navê berê yê Deriya Spî Om El-Lêl”
Umlêl pêşangeha hunerê ya yekem e ku ji hêla hunermenda Cezayirî Maya Bin Şêx Feqon ve hatiye vekirin û tê de rêzeyek kar ji nîgar û nivîsên ku wê di navbera 2015-2017'an de çêkirî digire nava xwe. Maya Bin Şêx El-Feqon di hevpeyvînekê di gel anansa me de wiha dibêje: "Min dest bi lêgerîna navên ku ji Derya Spî re hatî dayîn kir û bi riya lêkolînan min keşf kir ku berê ji Derya Spî re digotin Om El-Lêl e. Ji ber vê yekê Maya navê Omlî li pêşangeha xwe kir.
Pêşangeha wêneyên jin û hem jî mêran bi pirsgirêka hêzê ve  girê dide, ya ku malbatê dagir dike û hevparê herî nizm a binyata civakî ye. Her wiha bandora dabeşkirina kedê ya navmalî dide xuyakirin. Maya di pêşangeha xwe ya Umlêl de xwendinek dorveger pêşkêşî me dike, ku dihêle em di pergaleke rastîn a çîrokê de, ku ji berhevokek tenê ya arketîpên bêguman û bê nîqaş e, bi zanebûn bifikirin. Ev bê guman dersa ku dikare ji vê nimînendeya cîhanek bi ehalq dagirtî were fêr kirin lê wekî pergalek bi tevahî girtî nayê pêşkêş kirin. Di heman demê de diyar kir ku nasnameya kesane bi nasnameyên qanûnî re jiyan dike, ku dibe ku qadên nelihevkirinê hebin û hêza xiyalê destûrê dide lîstika bi sînor, da ku wan biguhere.
Umlêl pirtûkek ku hebûna xwe didomîne
Umlêl di heman demê de projeyek pirtûkê ya ku wekî pêşangehek veguhêzbar tê sêwirandan û zêdetirî bîst lewhe û nîgarên pirtûkî tê de heye û xebata bi destan a çapkirî ya bi sînor gotarên pênc nivîskaran digire nav xwe. Maya ya ku hewl da ku nerînên cihêreng li ser projeya xwe Umlêl werbigire wiha dibêje: "Ji ber girîngiya xebatê, her wiha ji ber ku ev xebateke ku li ser lêkolînên civakî disekine, min hin mirovên di warên taybetî de di nav wan de dîrok û psîkolojî hilbijart û min ji wan xwest ku xebata min li gorî warên ku ew tê de kar dikin, bixwînin. Ez îlhamê ji jiyan xwe ya rojane digrim. Ev dikare bibe sedema hestek erênî an negatîf. Wê hingê ez ji xweber dest bi xêzkirinê dikim û her nîgareke min bi hestê min ve girêdayî ye. Dema ku ez xêzkirina xwe diqedînim, ez dest bi lêkolîna mijareke din dikim. Ez ji hêla antropolojîk, civakî û psîkolojîk ve bi mijaran re mijûl dibim."