Pêşangeha “Her kes baweriya xwe bi destê xwe xêz dike”

Enê Fartîvaryan xewna keça xwe Xaya ya ji hunerê hez dikir û dixwest di pêşengahên hunerî de cihê xwe bigire dewam dike.

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd – Xaya Fodolyan hay jê tunebû ku jiyana wê dê di 4’ê Tebaxa 2020’an de, bi teqîna Beyrûdê bidawî bibe.  Keça 29 salî, gelekî ji jiyanê hez dikir, xewin û daxwazên wê yên pêşerojek geş hebû, her çendî ku teqînê dawî li jiyana wê anîbe jî xewna wê bi dawî nebû. Dayika Xaya Fodolyan, Enê Fartîvaryan, biryar da ku projeya keça xwe bidomîne û hê bêtir bi behremendiya wê a xwedîkirina ajalan berdewambike. Enê Fartîvaryan ji ajansa me re li ser pêşengeha bi navê (Every one is the creator of one's own faith), “Her kes baweriya xwe bi destê xwe çêdike" ku ev nav jî keça wê beriya di teqînê de jiyana xwe ji dest bide du saetan li ser malpera xwe belav kiribû. 
Enê dewamkirina piroja keça xwe ya nîvcomayî wiha anî ziman: "Pêşangeh projeya keça min, Xaya bû, ku di teqîna çaremîn a di Tebaxa borî de jiyana xwe ji dest da. Wê hîna biryar nedabû ku pêşangehê organîze bike, lê projeya galeriyê dest pê kiribû. Piştî keça xwe min biryar da ku ez vê pirojeyê temam bikim, min xwest ez behremendiya wê bidomînim ji ber ku wê ji ajalan hez dikir.  Min komeleyek ji bo ajalên ku navê wê hildaye vekir û pêşangeh bi komeleyê ve girêda. Hemî dahata ku pêşangeh bidest dixe diçe saziya ku bi ajalan mijûl dibe.”
“Min mijara pêşangehê ji peyama paşîn a ku Xaya parve kir hilbijart”
Di riya parvekirina wêneya herî dawî a Xaya ku li ser Facebookê belav kirbû , min ev nav hilibjart. lê dema ku min raman hilbijart, ez li ser tiştê ku Xaya nivîsandî bû nefikirîm. Ew bêtir mîna vegotinekê bû, ez li gel hin kesan bûm. wê demê min ji pêşengehekê re li sernavekê nedigeriyam, pişre min ji hunermendên beşdarî pêşangehê bûn pirsî, wan raman bi dilekî xweş pêşwazî kirin û girîngî danê.
Derbarê beşdarên pêşangehê de, Enê Fartîvaryan ev nirxandin kir: "Heşt hunermend beşdarî pêşangehê dibin û Xaya a nehemîn e. Pêşangeh du şikildanên Xaya digre nav xwe, wê dixwest ew bibe beşek ji pêşangehek ku hunermendan dihewîne. Ew wekî her hunermendî li pêşengehê amade ye.” 
Komeleya Xaya Fodoliyan bi alîkariya ajalan rêkê didomîne
Derbarê "Komeleya Xaya Fodoliyan " de, diya wê dibêje: "Pir girîng e ku em riya Xaya di arîkariya ajalan de dest pê kirî bidomînin. Wê dixwest ji wan re xwarinê peyda bike, dixwest malbatên ajalên wenda bibîne. Wê hêj heywanên ku di qezayên trafîkê de birîndar bûne derman dikir. Hunermend pir dilgerm bûn û dîtin ku ev pêşangeh ji bo wan fersendek ku hunerên xwe nîşan bidin. Lê di rewşa heyî de, em nikarin îdîa bikin ku rêjeya firotanê pir e, em di qonaxa niha de hewl didin ku xebatên pêşangehê li Lubnan û derveyî welat pêş bixin.”
Enê Fartîvaryan  xwest pêşangehê li avahiyek arkeolojîk a xwedan nirxê hunerî veke, ji ber vê yekê hilbijartin li avahiya Tebal a herêma Eşrefiyê ya Beyrûdê ket û wiha dom kir: "Em di vê pêşangehê de şikildanên hunerî û hûnera  avahî berhev dikin, zêdebarî dîrokê ji ber ku avahî xwedan dîrokek dirêj e. Her weha me du gerên heftane organîze kirin da ku biçin serdana avahiyê digel arkoloj Maya Himêdan, ku wê dîroka avahî lêkolîn kir.”
Pêşangeh Nîsana borî hate destpêkirin û dê heya 29’ê Gulana îsal bidome. Enê Fartîvaryan, ya ku keça xwe winda kir, bi pêşangehê hewl dide ku bîranîna keça xwe zindî bike û ji bo kesên ku endamek ji malbata xwe an hezkiriyên xwe wenda kirine wêneyek jiyanê radigihîne. Wê ev azwerî gihande keça xwe, Xaya.