Pêşangeha ‘Hafizaya koçkirinê’ ya jinên Îran û Sûriye li Stenbolê ye

Di çarçoveya projeya Hafizaya din pêşangeha ‘Hafizaya koçkirina jinan’ ku ji xebata 5 jinên Îran û Sûriye pêktê, wê li Depoya Tutun ya Stenbolê ji bo serdanê vebe.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya projeya ‘Hafizaya ya din’ ku ji aliyê Weqfa Navenda Zanîst û Pirtukxaneya Berhemên Jinan (KEKBMV) tê meşandin, wê xebatên 5 jinên ku ji welatên xwe reviyane û li Tirkiye jiyan dikin û li vêderê berhemên xwe çêdikin bi pêşangehekê were pêşandan.  

‘Bi piştevaniya jinên bi wêrek gengaz bû’

Pêşangeha ku wê cih bide xebatên Farah Trablsie, Maryam Mazrooei, Sara Shahzadeh, Sinur û Walaa Tarka, wê li depoya tutun ya Topxaneya Stenbol di 6’ê Adarê saet 18:30’an de ji serdanê re were vekirin.

Di ragihandina pêşangehê de ev tişt hate gotin: “Pêşangeha jinan ya hafızaya koçkirinê, li erdnîgariya ku rejîmên bi dijminahî li jinê û hunerê meyze dike serwer e, bi înat berxwedana çandê û bi hevre jiyankirinê bawer kirin, avhewaya me ji nûve şîn kirin, bi piştevaniya jinên wêrek gengaz bû.”