Perwerdeyên hunera destan ên jinan mîrateyê zindî dike
Jinên ku beşdarî perwerdeyên pîşeyî yên Weqfa Jinên Azad a li Kantona Reqayê dibin, diyar kirin ku bi riya weqfê berhemên xwe jî difroşin.

NÛR EL-EHMED
Reqa – Weqfa Jinên Azad a li Kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 10’ê Îlonê de bi armanca zindîkirina mîrateya çandî ya navdar a herêmê, perwerdeyên pîşeyî ên hilberîna berhemên ji gêçê û dekoratîf da destpêkirin.
10 xwendekarên ciwan beşdarî perwerdê bûn. Mamoste Sawsan Ehmed û beşdarên perwerdê derbarê perwerdê de ji ajansa me re axivîn.
‘Bi rêya berhemên xwe debara malbata xwe dikim’
Mamoste Sawsan Ehmed a têkildarî perwerdeyên hunerên destan axivî diyar kir ku ji zarokatiyê ve ji hunerên destan hez kiriye û wiha berdewam kir: “Û eleqeyek min a mezin heye. Min jêhatibûna xwe ya vegerandina tiştên kevin a ji bo mobîlyayên malê û eşyayên dekoratîf kifş kir.”
Sawsan Ehmed, da zanîn ku jêhatibûna xwe bipêş xistiye û bi saya platformên medyaya dîjîtal berhemên nû hilberandiye û wiha got: “Bi demê re min bi amûrên find, granît û gêçê berhemên xweş û resen ên xemilandinê û peykeran hilberand. Beşek ji van di xemilandina malê de tê bikaranîn. Ev jêhatibûn, bûye rêbaza dabînkirina dahata malbata min.”
‘Min xwest jêhatibûnên xwe fêrî jinên ciwan bikim’
Sawsan Ehmed, derbarê armanca xwe ya perwerdekirinê de jî wiha got: “Di destpêkê de min tenê ji malê kar dikir û berhemên xwe bi rêya medyaya dîjîtal difrot. Dema ku min bihîst Weqfa Jinên Azad perwerdehiya hunerên destan bide, min biryarda ku ez ezmûn û jêhatîbûna xwe bi jinên ciwan re parve bikim. Pêvajoya bi gêçê çêkirina fîgurên hêsan e, lê pêdivî bi baldariyek mezin heye. Em destpêkê gêçê bi avê re tevlihev dikin û amede dikin. Piştre bi reng dikin, dikin nava qalibên tên xwestin û bi vî awayî şêwe didin wan. Herî dawî jî 20 deqe dihêlin ku zûha bibe.”
‘Yên ku herî zêde ji qeyran, şer û encamên wan bandor dibin jin in’
Sarwan Ehmed, diyar kir ku hunerên destan û bi taybetî berhemên ji gêçê tên çêkirin, rêya pêşxistina jêhatiyên afirîner û hunerî vedikin û destnîşan kir ku berhemên ku bi destê jinan tên çêkirin her tim tam û destdayînek taybet hildigirin. Sarwan Ehmed, ragihand ku ev perwerde dibe sedem ku jin li ser lingên xwe bisekinin û axaftina xwe wiha domand: “Yên ku herî zêde ji qeyran, şer û encamên wan bandor dibin jin in. Berpirsyartiya zarok û malbatên xwe hildigrin. Ev perwerde dibe sedem ku jin bi xwe bawer bin, serxwebûna aborî qezenc bikin û projeyên xwe bidin destpêkirin.”
Sarwan Ehmed, di axaftina xwe de qala planên xwe yên pêşerojê jî kir û got: “Em plan dikin ku gelek perçeyên xemilandinê yên nû sêwirînin û beşdarî pêşangehên pêşerojê bibin. Ewê karên me yên cûda û balkêş çêbin.”
‘Divê jin demên xwe vala derbas nekin’
Sarwan Ehmed, anî ziman ku armanca wê bipêşxistina hunera xwe ya destan û avakirina atolyeya xwe ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim zêdetir jinên ciwan perwerde bikim û teşvîk dikim ku planên xwe ava bikin. Ez bang li hemû jinên ciwan û bi taybetî yên bi hunerên destran re eleqeder dibin re dikim ku beşdarî hemû perwerdeyên pîşeyî bibin. Divê jin demên xwe yên vala bi tiştên sûdmend re derbas bikin û tiştên kevn û nayên bikaranîn, veguherînin perçeyên taybet.”
‘Fikrek bêhempa û resen e’
Yek ji beşdarên perwerdê jî, Yemam Abbas e. Wê jî, da zanîn ku sedema beşdariya wê ya perwerdê, hezkirina vê hunera destan e û wiha axivî: “Fikrek bêhempa û resen e. Du xwişkên min jî beşdarî perwerdê bûn. Mirov dikarê vê pîşeyê li malê jî bike.”
Yemam Abbas, diyar kir ku di rojên dawî de bi rêya bikaranîna qalibên taybet, fêrî çêkirina şêweyên bi gêçê bûne û got: “Ew kar hêsan e, sade ye û hewildanek mezin naxwaze. Dema ez vî karî dikim pir kêfxweş dibim. Ji ber ku hobiyek xweş e. Di heman demê mîna diyarî an jî eşyayên sembolîk jî tên bikaranîn.”
Yemam Abbas, bang li jinên ciwan kir ku beşdarî perwerdeyên hunerî yên Weqfa Jinên Azad bibin û xwe bipêş bixin.
‘Mîrateyek kevnar e’
Beşdara bi navê Dunîa Derweesh jî, balkişand ser girîngiya perwerdehiya pîşeyî ya Weqfa Jinên Azad û wiha axivî: “Van perwerdan derfetek mezin da jinên ciwan ku jêhatibûnên xwe bipêş bixin, projeyên xwe bidin destpêkirin û fêrî pîşeyên cûrbecûr bibin. Beşdarbûna fikra perwerdeyê cuda û balkêş bû, lewma min biryara beşdarbûnê da.”
Dunîa Derweesh, diyar kir karên destan ên bi gêçê tên çêkirin, mîrateyek kevnar e û axaftina xwe wiha domand: “Berê mirovan di jiyana xwe de gêçê bikar dianîn û malên xwe bi peykerên ji gêçê hatine çêkirin dixemilandin. Ji ber alternatîfek din tunebû. Lewma ev perwerde, mîrateya çandî ya herêmê ji nû ve zindî dike.”
‘Ezê bi berhemên xwe beşdarî pêşangehan bibim’
Dunîa Derweesh, kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna pêşangehên hunerên destan anî ziman û wiha got: “Em niha ji bo pêşangehên hunerên destan amadekariyê dikin. Em bi fikrên xweş û afirîner berhemên xemilandinê diafirînin. Ez ê bi 4 berhemên xwe beşdarî pêşangehê bibim. Ez hêvî dikim ku beşdarvan û bi taybetî jî jin berhemên min biecibînin. Ji ber ku ev berhem bi afirînerî û hestên jinê hatin çêkirin.”
‘Jin bi rengên xwe ronahî, nabiz û jiyanê didin tiştên tarî û bê rih’
Dunîa Derweesh, ragihand ku di dawiya perwerdeyê de wê projeya xwe bide destpêkirin, fikrên xwe bihilberîne û berhemên xwe bi rêya medyaya dîjîtal bifroşe. Dunîa Derweesh, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li cihê ku dest û fikrê jinê lê hebe, li wir afirînerî û huner heye. Jin bi rengên xwe ronahî, nabiz û jiyanê tînin tiştên tarî û bê rih.”