Nivîseke ji pênûsa Rewşen xanim ê

Rewşenbîr û rojnamevan Rewşen Bedirxan ji yekem weşana Kurdî Rojnameya Kurdistan heta Kovara Hewar û Ronahî nivîskarî kiriye û jiyana civakî ya wê demê gihandiye rupelên rojname û kovaran. Ev nivîsek Rewşen Bedirxan a di kovara Hawarê de hatiye weşandin e.
Kebanî û mamosteyî bi çi awayî gihane hev û ji bona çi?
Xwendevanên ku çavên xwe li sernameyên vê bendê û vê stûnê bigerînin heye ku berî ewilî bibêjin gelo di vê stûnê de ji me re qala dirûtin û aşbaziyê wê bikin. Ji ber ku bi adetî di van stûnan de qala van tiştan dikin. Ji milê din ve wê lê ecêbmayî bimînin û ji xwe bipirsin “Kebanî û mamosteyî bi çi awayî gihane hev û ji bona çi?” Lê heke wan sebr bi xwe da û bi nivîsa min ve çûn û ew xwendin ew ê bibînin ku heq di destên min de ye û divêt kebanî û mamoste bigihin hev û di her kebaniya Kurmanc de mamosteyek hebe. Mêrên ku qedera miletan di destên xwe de digirin li ber destên jinan xwedî dibin, terbiyeya xwe ya pêşîn ji wan digirin û tiştên ku di zarokatiya xwe de dielimin heta axa gorinan ji bîr nakin û ew tim û tim li wan hikim dikin. Ji lewra methelokê gotiye: “Kurmê şîrî heta pîrî.” Ji me jinên Kurmanc re ji wan pêve wezîfeyek din jî heye. Ew wezîfe ji rewşa miletê me ya xweser dizê. Ji lewra jin û diyên me Kurmancan berê xwe didim we, ji we, bi tenê re dibêjim.
Xwehên min ên delal, her wekî hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e û dermanê wê zanîn e. Nik miletên xudanhikûmet û teşkîlat vê nexweşiyê di xestexaneyên xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste, bijîşkên wê xestexaneyê ne. Miletê me, ne xwediyê wan xestexaneyan e, miletê me miletekî bê teşkilat, bê xwedî û serî, miletekî belawela ye û di bin hikmê miletinê din, miletinê dijmin de ye. Lê dijminê me yê mezin, ê meztir nezanî ye. Divê em şerê wî dijminê xedar bikin, di vî şerî de jî ji me jinên Kurmanc re divê ku alîkariya miletên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezaniyê xilas bikin. Ev xebat ji me, ji jinên Kurmanc re ji hemî jinên cîhanê bêhtir divê. Ji ber ku zaroyên xelkê gava diçin dibistanê berî her tîştî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê dielimin û carina yê xwe jî ji bîr dikin, ji ber ku me dibistan nîn e û zaroyên me diçin dibistanên xelkê. Ji lewra diyên Kurmanc ji diyên her welat û miletî bêhtir divê bi xwendina zarokên xwe ve mijûl bibin û beriya ku ew ji destên wan bifilitin û bikevin dibistana xelkê, wan hînî xwendin û nivîsandina zimanê wan bikin.
Ji bona vê yekê jî ji diyên Kurmanc re divê berî ewilî ew bi xwe hînî xwendina zimanê xwe bibin da ku bikarin zarokên xwe jî hîn bikin. Ev e Hawar ji nû ve derket, yên ku kêm û zêde bi tîpên Kurmancî nas dikin, bi xwendina Hawarê dikarin zanîna xwe pêş ve bibin û yên ku yek car nizanin divê dest bi hînbûna elfabeya xwe bikin. Xwehên min, ez ji we re sekinîme. Ji min re binivîsinin, tiştê ku ji bo hînbûnê ji we re gerek e, ez ê wan bi dilxweşî ji we re bişînim. Bi pêknîna daxwaza we xweş bizanin ez tu minetê lê nakim, lê mineteke mezin li xwe dikim, ji ber ku hûn bi vî awayî rê didin min ku ez xizmeta welatê xwe bikim. Xweyîngino! Ez careke din dibêjim, me jinên Kurd ên îro, yên ku nifşê miletê me yê ayendê (dema bê) li ber destê xwe bi xwedî dikim, me du wezîfeyên giran hene; hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divê berî pêşîn em bibin şagirt û di pey re mamoste; mamosteyê zarokên xwe. Ez bi van gotinên keybanûya wêjeyê, dawî li mijara xwe tînim