"Nivîsandina jinan xwedî taybetmendî û cudahiyan e"

Nivîskarên jin ên Mexribê di warê nivîskariya wêjeyî û di dewlemendkirina wêjeyê de bi mijarên jinan asteke berbiçav bi dest xistine û giringî bi çarçoveya pirsgirêka jinan nayê sînordarkirin, ji ber ku ew nivîsên jinên xwedî nêrîneke taybet in.

HENAN  HARIT
Mexrib- Çîroknûs û romannivîs Zehra Ezz ku di weşanên xwe de behsa nakokiyên jin û mêran dike, di hevpeyvînek ku ajansa me pê re kiribû de wiha got: "Ez nikarim zayenda xwe red bikim û ez êş û azarên wê dizanim, ji ber vê yekê di nivîsandina min de ji tiştên bingehîn ev e, tevlibûna min a pirsgirêka jinan a di rastiya civakî de. Belkî ji ber ku asta tundûtûjiya jin pê re rû birû ne bihêztir e û ji ber ku ew zencîreya herî qels e lê ev yek bêyî pêşdarazî tê kirin."
Çi bû sedem ku hûn derbasî cîhana nivîskariyê bibin?
Ez li hawirdorek normal a ku zanist û pirtûkan pîroz dibînin mezin bûm. Ji ber vê yekê ez pir bi şans bûm û her gav di dema xwendina xwe ya akademîk de hewl didim di asta yekem de bim da ku di dawiya salê de komek pirtûkan qezenc bikim, li pirtûkxaneyê zêde bikim. Her wiha piştre jî navbera havînê (betlaneye havînê) bi  riya pirtûkan di navbera cîhanên cihêreng de bigerim. 
Min her tiştê ku diket destên min pirtûkên felsefî, zanistî û edebî dixwend û hê jî dixwînim, evîna min ji tîpê re ji vir derket. Helbestên min ên pêşîn û teşwîqkirina mamosteyên ziman ji bo domandina nivîsandinê tê bîra min. Tê bîra min ji roja ku wî bi destê min girt da ku nivîsek li pêş xwendekarên beşên din bixwînim.  Ew şanaz bû dema ku wî ez dam nasîn, bîranînên pir xweş bûn. 
 Armanca min ji nivîsandina çîrok an romanê ew e ku ez li ser rastiya civakî û dîroka bîra zindî ya civakê derxim zanînê, bi mebesta ku beşdarî avakirina xeyalek kolektîf a nû ya wekhev, nûjen û medenîtir bikim.
Di nivîsandina te de hebûna jinan xurt e gelo tu bi motîvên jinan dinivîsînî?
Ez mirovek afirîner im û li derveyî kategoriyên zayendî dinivîsim. Bi hemû sînorên xwe yên îdeolojîk ên çêkirî yên ku li dijî yekparebûna mirovî û paqijiya hebûnê ne, ji ber vê yekê ew nivîsên ku di nav de yên siyasî û bîrdozî ne lê di heman demê de wan digihîjînim a ku ez jê re dibêjim post-siyaset û paş-îdeolojî. 
 Hin nivîsên min vê yekê didin wekî ku ew bi hîsên jinan hatine nivîsandin û ya rast ev e ku ez nikarim zayenda xwe red bikim dema ku ez êşa wê dizanim, ji ber vê yekê di nav tiştên bingehîn ên nivîsandina min de tevlêbûna min di pirsa jinê de di warê civakî de ye, belkî ji ber ku asta şîdetê ya ku li ser jinan tê kirin xurtir e. Ji ber ku ew xeleka herî qels e lê bê pêşdarazî ger ku azar di dawiyê de êşa mirov e, çi jin be, çi mêr. Ji bo cihêkariya zayendî, ev avahiyeke çandî ye û ne diyariyeke xwezayî û biyolojîk e. Dibe ku giranî li ser êş û azarên jinan be ji ber cewherê metna vegotinê û vegerandina rêzgirtina ji bo jinên ku ji mêran zêdetir di civakên Ereb de êşê dikşînin, ji ber vê yekê eleqeya min bi wan re cureyek pabendbûna bi pirsgirêkên jinan bi giştî ye.
Di romana xwe ya bi navê "Nêvîna Êşê- Serîr El-Elem" de hûn behsa kîjan êşê dikin?
Di romanên min de barekî bi êşên rewşenbîrî yên li ser civakeke ku li ser textê welatekî di nav bêdengî û êşê de dinêre heye. Di romanê de paşketin, bendewarî, êş û hin hêvî hene. Êş şax e û nivîn hat dilê wî, bi rastî jî êş û jan e, dema ku rastî xeyalên jinan li ber xizanî û nezaniyê, li ber behra mêranî ya xeyalî û serdestiya mêr feda dike.
Di kîjan romanên xwe de we herî zêde behsa nakokiya jin û mêr û serdestiya çanda baviksalarî kir?
Bi nêrîna min pirtûka  "Nêvîna Êşê- Serîr El-Elem" ku di serî de romaneke mirovî maye û nakokiya jin û mêr tê de têkoşînek Sîkolojîk a veşartî ye, negihîşt asta têkoşîna ji bo guhertinê, yan jî bi eşkereyî mirov dikare bêje ku ew têkoşînek sexte ye, ku negihîştiye qonaxa têgihîştinê.
"Nêvîna Êşê- Serîr El-Elem" ji pirsgirêka jinan re di nakokiya jin-zilam de kêm nabe, ji ber ku ew her du jî ji ber rewşek civakî para xwe girtine. Ew mexdûrên gendelî û îdeolojiyên otorîter in û zulma ku di gelek astan de bi diyardeyên xwe yên bedenî û sembolîk digre dest, zulmek e ku hemû sînoran dihewîne û wan wekî mekanîzmayên domandina dûrketin û desthilatdariyê bi kar tîne. 
Karakterên femînîst ên ku we di roman an çîrokên xwe de ku te li ser wan nivîsandiye kî ne ku hûn difikirin ew mîna kulîlkek mirovî ne?
Ji bo afirîner, zehmet e ku xema giştî ji xema taybet cuda bike, ji ber ku ew hebûnek pir yekgirtî û hestiyar e, ji ber vê yekê her tiştê ku bandorê li ser giştî dike, bandorê li kesayetiyê jî dike. Ev yek jî dihêle ku nivîskar, afirîner û hunermend kesayetek giştî be ku bandorê li civakê dike.
Karakterên min ji kaxezê hatine çêkirin lê ew bi bîra ku wê bi goşt û hestî tijî dike ne û hest û ramanên wê dide wê. Her karakter beşek ji pêkhatin û nasnameya civakî ye her wiha  karakter ji bo nivîskar eza duyemîn e ku ew bi xwendevan re diaxive. Jinên nivîsên min bermahiyên jinan in ku em her roj wan li sûk, çol û bajaran dibînin. Dibe ku ez wan ji cîhana zarokatiyê yan ji bîrê yan ji xeyalê bi nav bikim lê ew zindî, çalak û ji karakterên kaxez derbasî rewşa mirovan dibin û ez bi qasî ku ji destên min tê bi vegotinê hewl didim wan realîsttir û xeyaltir bikim, ji bo ku xwîner di bextreşiya rastiya hatiye jiyîn de nexeniqe.
Hûn ezmûna jinên Mexribê di nivîsandinê de çawa dibînin?
Tiştê ku cihê xwe dide afirîneriya jinan, kolandina qada civakî û ya qedexe ye û ev yek tenê di rewşek çandî de tê kirin ku tê de azadiya derbirînê serdest e, mîna ku li Rojava heye lê mesele li cem me cuda ye. Nivîsandina jinan ciyawazî û cudahiyek xwe heye û ev rastî hê jî tê tepisandin.
 Di heman demê de nivîskara Mexribê bi gelek formên vegotinê, çi bi helbest, çîrok, roman, an şanoyê, di qada çandî de bi xurtî amade ye, ji ber vê yekê ew bi qedirgiraniyê tê şopandin, nemaze ku wê dikaribû dîwarê bêdengiyê bişkîne. 
Hûn ji peyva edebiyata femînîst razî ne?
Ez wisa difikirim ku têgeha wêjeya femînîst behsa afirîneriya jinan û mijûlbûna wan bi gelek pirsgirêkan re dike, di nav de jî pirsgirêkên jinan bi nêrîneke cuda, ji ber ku nivîskarên jin bêhtir guh didin dengê jinan. Ew pirsgirêka jinan û statûya ku heq dikin bi tevahî teşxîs  dike, lê nivîsandina ji aliyê mêran ve pir caran bi nêrîna baviksalarî ya ku di civakê de serdest e tê sînordarkirin, di heman demê de afrîneriya jinan hewlek e ku dengê jinan ji ezmûna wê ya paqij bibihîse.
Der barê nivîsandinê de, ew ezmûnek mirovî dimîne û ez bi nivîsandina derveyî kategoriyên zayendî re mijûl im, ji ber ku wêjeya jinan tenê bi mijara jinan re sînordar nabe.
Ji bo kurteçîroka te ya bi navê "Darizîn", tu qala kîjan ceribandinê dikî?
Lehengê çîroka "Darizandin" koçkirin û dûrketinê bi şêweyên herî nebaş jiyaye û tundiya wî wek derçûn û bertekek li hember hev û civakê hat û ew di kûrahiya tundiya li dijî neheqiyê û pêşerojê de ye.
Divê em îtîraf bi mezinbûna diyardeyên dûrketin û bêhêvîtiyê di civakê de bikin, bi xerabûna rola saziyên civakî û nebûna îradeyeke rasteqîn a ji bo çareseriya radîkal ji pirsgirêkên civakî û aborî re. Tiştê ku îro şîdetê diyar dike, belavbûna wê ya wekî çandeke paşverû ye. Em kê dadbar bikin? Siyasetmedarê ku nikaribûye pêşketina xwestiye bi dest bixe û nikare rûmeta hemwelatiyan biparêze? An jî welatperwerê ku marjînalbûnê dijî? An malbat û dibistana ku dev ji zarokên xwe berdane? Em kê mehkeme bikin û kî berpirsyarê bêhêziya metirsîdar û tevliheviya exlaqî ye? Bi gelemperî, çîroka "Darizîn",  hişyariyê bilind dike û ji me hemûyan dipirse.
"Cejna Giyayên Xewnê " berhevokeke çîrokan e ku tê de Zehret Ezz xewnê pîroz dike gelo ev ketina nav rastiyeke din ku jin ji birînan û êşan direvin ber bi cîhanên din ên azadtir ji bo pêkanîna xeyalan ve diçin?
Xewn ji bo min zimanê duyemîn ê rastiyê ye lewre hem ji bo romanê hem jî ji bo çîrokê rîspî nivîsandina min e. Nivîsarên min dikarin di hevgirtin, hevberdan û tevlihevkirina du astan de li ser bingeha teknolojiya neynikê werin kurtkirin. Çîrok rengvedana rasterast a rastiya civakî ye û astek vegotina xewnê ye ku girêdayî zimanê mecazî, metafor û sembolên helbestî ye ku rasterast dikevin hundur. Nivîsên min ên çîrokî xwe dispêrin zimanekî xeyalî ku vebêj û helbestên digihîjînin hev, nemaze di asta zimanê raveker de.
Bi koma "Cejna Giyayên Xewnan" re, xewn wekî hevpariya semantîkî ya ku ji hêla hemû metnan ve tê parvekirin dimîne, ji ber ku hemû karakterên metnên vegotinê bi xewnekê hatine dorpêçkirin, tevî hemû xemgînî û bahozan li ser domdariyê israr dikin. Berhevoka çîrokan belavbûna çend diyardeyên wek nezanî, nexwendewarî, nepêşketin, sêhrbazî, tacîz, cudakarî, tepisandin, bertîl, gendeliya îdarî girt nav xwe. mijarên bêçare ne ku bihewceyî biryarên siyasî yên wêrek in. 
"Eynika nan û heyvê" têkoşîn û qeyrana mêran û bêxewiya jinan e, tu dikarî ji me re behsa qalîteya vê tekoşîna ku we di tevandina têlên çîrokê de girtiye bik?
Berhevoka min, "Eynika nan û heyvê", bi riya mijarên civakî û dîrokî rastiyê vedigirin ango çarçoveyek rastîn a ku bi mijarên mirovahî yên heyî ve diherike diafirîne. Ew bi xebata xeyalî ya avakirina cîhana gengaz a ku her dem ji utopya û xewnan re vekirî ye, li ser azadî, edalet û wekheviyê pîroz dike û bi ser dikeve.
Ez pirsgirêka jinan dispêrim nakokiya mêr-jin, ji ber ku nakokiya jin û mêr têkoşîneke psîkolojîk a veşartî ye ku derneket asta têkoşînê ji bo guhertinê. Ji ber vê yekê armanca min ne ew bû ku di hemû nivîsên xwe de, çi xeyalî û çi jî çîrokî, bişopînim, berevajî vê, derxistina rastiya neheqiya ku jin xwe tê de berpirsyar dibînin, bi redkirina wê ji guhertinê û spartina rastiyeke derewîn ku di bin desthilatdariya mêr de ewlekariya demkî dide wê.
Der barê "Hamalat Al-Watan" a ku lehenga wê Mai Fatna ku tê de rola (dayik û jin) dilîze tu dikarî çi bibêjî gelo ev teşegirtin balê dikşîne ser mafên winda yên jinên Mexribê?
Karaktera (Mai Fatna), êşê dadiqurtîne, tirşiyê dadiqurtîne û bi mirinê re li ber xwe dide, lewre mirina wê wekî serhildan û dijberiya desthilatdariyek ku hebûna wê nas nake, hat.  Belkî ku wijdanê xwe yê mirovî yê raketî şiyar bike.
Xemgîniya Mai Fatna kûr e, dinyaya wê tijî jan û derd e. Ronahiya jiyana wê tenê hêviya hembêzkirina kurê xwe yê koçber e, ji ber vê yekê  bendewarî bû zengila hêviyê ku bigihîje xewna xwe. Mai Fatna dayika têkoşer temsîl dike ku milet pişta xwe dayê û hemû derî li ber wê girtîne.
 Bêguman ev çîrok bi awayekî kûr û xurt li wijdanê mirovî û siyasî dixe, Mai Fatna beşeke jinên şikestî ye ku mixabin li pêşberî me ne û em wan nabînin. Dema ku welat kor dibe, helbet hemû çavên wî girtî ne.
Di dawiyê de, tu dikarî ji me re behsa projeyên xwe yên pêşerojê bikî?
Berhevokeke çîrokan a ji bo çapkirinê  heye, ku metnên wan dev ji stûna çîroka sereke ya çîrokê berdidin. Berhevokek ku tê de demên diyar û karakterên xuya yên cuda hatine afirandin lê bi mijara sereke ve girêdayî ne. Di heman demê de ji bilî berhevoka çîrokên pir kurt, romanek nû tê amadekirin. 
Ez niha jî tecrubeyek nû dikim ku senaryoyê dinivîsim, piştî ku min ji gelek hevalên derhêner û rexnegiran teşwîq dît.