Newaya Jin bi manşeta "Pevçûn hat ber deriyê me" derket

rojnameya mehane Newaya Jin bi manşeta "Pevçûn hat ber deriyê me" derket pêşberî xwîneran.

rojnameya mehane Newaya Jin bi manşeta  "Pevçûn hat ber deriyê me" derket pêşberî xwîneran.
 
Navenda Nûçeyan - Hejmara meha kanûnê ya rojnameya mehane Newaya Jin bi manşeta  "Pevçûn hat ber deriyê me" derket pêşberî xwîneran.
Di vê hejmara 201'ê de li ser bûyerên rojane, perwerde, ked, huner, zanistî, tenduristî, portreyan gelek gotar hene.
Ji nivîskarên rojnameyê Akademîsyen Nazan Ustundag bal kişand ser êrişên di nava salê de li dijî jinan hatiye kirin û di serî de li Polonya, DYE, Meksîka, Fîlîstîn û Efganistanê berxwedana jinan a li dijî van polîtîkayên êrişkariyê nirxand.