Navenda Çandê ya Sitiya Nexşan ji bo şahiya 8’ê Adarê amade ye

Navenda Çand û Hunerê ya Sitiya Nexşan a Şengalê amadekriyên dawî yê ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê dikin.

 
Şengal – Ji despêka adarê ve xebatên Jinên Şengalê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Despêkê ji pesarên çiya despêkirin her der bi rengê têkoşîna jinê û 8’ê Adarê xemilandin, niha jî êdî amadekariyên wan ber bi dawiyê ne. Di heman çarçovê de Navend Çand û Hunera Sitiya Nexşan a Şengalê jî di nava amadekariyan dene û êdî amadekariyên wan ber bidawî ne. Ji Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan a Şengalê Çîmen Berçes a di koma Hêviya Jinên Şengalê de cihê xwe digire ku berî çend rojan kilîba “Ew YJŞ ne” li ser têkoşîna Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê çêkirinbûn weşandin di derbarê xebatên xwe yên 8’ê Adarê de agahî da.
“Em ê 8’ê Adarê li Geliyê Kersê bin” 
Çîmen Berçes da zanîn ku di çarçova xebatên 8’ê Adarê de wan komên xwe yên muzîk û dîlanê li gel komên zarokan amadekirine û wiha got: “Weke Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan a Şengalê em ji bo roja 8’ê Adarê amadene. Me komên xwe yên dilan, sitran û komên zarokan amade kirine. Niha jî em amadekariyên xwe yên dawiyê dikin. Weke Koma Hêviya Jinên Şengalê jî îsal emê bi sitranek nû pêşwaziya 8’ê Adarê bikin. Em hêvî dikin ku di wê rojê de tavhî jinên Şengalê jî li Geliyê Kersê ji bo pirozbahiyê amadebin û em bi hev re roja jinên cihanê pîroz bikin.”