Mizgefta El-Omerî pencereyek e li ser çend şaristaniyên li Xezayê

Mizgefta El-Omerî ji perestgehekê heta dêrê heta mizgeftekê ji çend qonaxan derbas bû. Di mizgeftê de gelek hevok û xemilandin hene ku her serdemek ku ew pê re jiyaye, vedibêje.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Li nîvê bajarê kevnar li Xezayê, yek ji nîşaneyên mîmarî yên herî berbiçav ku sê serdemên Roma, Bîzans û Îslamê li yek cîhî dihewîne bi navê Mizgefta Al-Omerî heye, ku piştî mizgefta Mescid El-Eqsa weke mizgefta duyemîn di cîhanê de ji aliyê qad û bingehê ve tê hesibandin.

Em ê di hevdîtina xwe ya bi lêkolînera dîrokî Narîman Xela re, Mizgefta El-Omerî nas bikin.

"Pênc deriyê mizgeftê hene, her deriyek bi herêmek taybetî ya bajarê kevn ve girêdayî ye"

Lêkolînera Dîrokî Narîman Xela diyar kir ku qada Mizgefta El-Omerî digihîje hezar û 800 metrekare û wiha got: "Yekem tiştê ku di dema têketinê de xuya dibe hewşa mezin e û çend qubeyên ku di serdema dewleta Memlûk de hatine çêkirin, avahî bi şiklê xwe yê îro hatine nûkirin û beşeke taybet ji bo jinan jî lê zêde kirin. Deriyê bakur, ku dîwarekî bi navê Bab El-Tîneh bû du pencereyên bakur û deriyekî din jî ji bo berfirehkirina avahiyê hatin vekirin. Dema ku hûn serdana Mizgefta El-Omerî bikin, hûnê hîs bikin ku hûn di hundurê hewşên Mizgefta El-Eqsa de ne, ji ber ku pir dişibin hev. Pênc deriyê mizgeftê hene û her deriyek bi herêmek taybetî ya bajarê kevn ve girêdayî ye."

"Di mizgeftê de minareya herî mezin a bajêr ku 36 metre dirêj e heye"

Narîman Xela da zanîn ku di mizgeftê de minareya herî mezin a bajêr ku 36 metre dirêj e, heye û nîvê jêrîn çargoşe ye û ya jorîn jî ji çar astan pêk tê, şeklê heştgoşe ye, ji keviran hatiye çêkirin û serê minareyê jî ji dar û çementoyê hatiye çêkirin û wiha pê de çû: "Mizgeft di serdema Romayê de perestgehek bû. Piştî ku pûtperestî ji holê rabû û dînê Xirîstiyanan wek dînê fermî yê welêt hat qebûlkirin, di serdema Bîzansiyan de perestgeh hate şewitandin û veguherandin dêrê û dema dînê îslamê hat, veguherî mizgeftê. Veguherandina dêrê bo mizgeftê li ser daxwaza xelkê Xezayê bû û navê wê kirin Mizgefta El-Omerî ya Mezin."

"Xaçperestan mizgeft piştî ku hat hilweşandin veguherandin dêreke mezin"

Narîman Xela piştrast kir ku mizgeft di çend qonaxên din re jî derbas bûye û wiha anî ziman: "Dema ku Xaçperestan di sala 1149'an de welat xistin bin kontrola xwe, Mizgefta El-Omerî ya Mezin piştî ku hat hilweşandin veguherandin dêreke mezin. Mizgeft di dawiya sedsala sêzdehan a zayînê de di serdema Memlûkan de ji nû ve hatiye avakirin. Di mizgeftê de pirtûkxaneya herî mezin a li Filistînê heye."

"Di mizgefte de salona arkeloljîk ku temenê wê ji du hezar salî zêdetir e heye"

Narîman Xela eşkere kir ku di mizgeftê de salona pêşwaziyê û salona arkeolojîk a ku ji bo bibe muzexaneyeke îslamî hatiye amadekirin ku temenê wê ji du hezar salî zêdetir e, heye û wiha axivî: "Mizgefta El-Omerî ji aliyê Memlûkan ve ji aliyê başûr û başûrê rojhilatê welêt ve hat berfirehkirin û avahiyeke mermer û mihrab lê hat zêdekirin. Di mizgeftê de gelek hevok û xemilandin hene ku her serdemek ku wî tê cuda jiyaye nîşan dide. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn ê di navbera salên 1914-1918’an de, ji ber guleyên ku ji aliyê balafirên Brîtanî ve hatin avêtin, mizgeft gelek zirar dît. Di navbera salên 1926 – 1927'an de hate restorekirin."