“Min rêzewêneyên jinên ku bûne qûrbanê şêweyên koletiyê pêşkeş kir”

Nivîskara Cezayîrî Amal Bouchareb destnîşan kir ku kovara bi navê Arabesk ya ew jî xebatê wê dimeşîne rola jinên Ereb a di nav çanda Ereban de vedibêje ku gelek caran bi nêzîkbûnên oryantalîst a rojavayî bi awayekê reşkirinê lê tê temaşekirin.

NECWA RAHIM

Cezayir – Nivîskara Cezayirî Amal Bouchareb li Cezayirê bi nivîs û pirtûkên xwe, bi şêweyê wêjeya xwe balê dikşîne ser pirsgirêkên ku jin dijîn û weke ku ew bi xwe jî dibêje bi kurte koleksîyona xwe ya bi navê ‘Di Sêzdehemîn Salê De’ rêzewêneyên jinên ku bi awayekê komî bûne qûrbaniyê şêweyên koletiyê pêşkeş dike. Amal Bocuhareb a  di kovara bi navê Arabesk de wergervaniya Erebî ya ji ser zimanê Îtalî dike, derbarê xebatên kovarê de wiha got: “Kovara Arabest bi nivisên cûda weke palpişta şênber a beşdarbûna rast û bi bandor a jinên ereb ya li ser xebatên çandî pêşkeş dike.”

Amal Bouchareb ji bo xebatên xwe yên nivîsandinê û yekemîn azmûnên xwe yê li ser nivîsandinê wiha got: “Min a beriya salên dirêj derhenêriya giştî ya kovara Kalîmat a Cezayirê kiribû, lê azmûna ji azmûna wê demê gelek cûdatir e. Ev jî girêdayî cûdabûna her dû mijaran e. Lê bi ekîbên pispor re karkirin, rûxmê tevlîheviyan jî pêvajoyê vediguherîne bişahînetê.”

“Kovara Arabest di her hejmarekê de pirsgirêkên cûda tîne rojevê”

Amal Bouchareb derbarê kovara Arabesk de wiha got: “Kovar her dem pirsgirêkên cûda tîne rojevê. Ekîba karên nivîsê ji bo kûrkirin û bi awayekê hûrgulî nêzbûna van mijaran xwedî hewldan e. Her materyalek referansê ji bo kesên ku bi çanda ereban re eleqedar in û vê çandê lêkolîn dikin vediguherînin awayekê ku bikaribin xwe bigihînin. Em bi zimanên Erebî û Îtalyanî bi awayên cûda vê dosyayê lêkolîn dikin.”

Nivîskar Amal destnîşan kir ku sêyemîn hejmara kovarê li ser rolê jinan a di nav çanda Ereban de disekine û ji aliyê nivîskar û lêkolînerên Ereban ve bi nivisên cûda weke palpişta şênber a beşdarbûna rast û bi bandor a jinên ereb ya li ser xebatên çandî pêşkeş dike. Her wiha da zanîn ku ev nêzîkbûn ji nêzîkbûna Rojava dûr e ku piranî li hemberî pirsgirêkên jinan bi awayekê reşkirinê nêz dibe.

Amal Bouchareb destnîşan kir ku xeta weşanê ya kovarê ji pevçûnên birdozî yên tê jiyîn dûr disekine û wiha domand: “Xeta weşanê ya kovarê bi qasî ku ji xirecira birdozî dûr disekine, xwe dispêre pêşkeşkirinek aram. Bê guman pêjirandina vê xetê ne hêsan e, ji ber ku çanda Ereban li Îtalyayê heya dawiyê hatiye polîtîzekirin û danasîna wê piranî jî girêdayî vê ye. Ez ne di wê îdiayê de me ku vêya biguherim. Di nav gelek weşanên birdozî de, kovara Arabesk mîna yek dengekî ku tenê ji yek kesê tê weke xalekî pergalî tê. Ev deng jî çanda Ereban temsîl dike.”

“Min rêzewêneyên jinên ku bûne qûrbanê şêweyên koletiyê pêşkeş kir”

Derbarê koleksiyona xwe ya bi navê “Di Sêzdeh Saliya Xwe De” Amal Bouchareb got “Min rêzewêneyên jinên ku bûne qûrbanê şêweyên koletiyê pêşkeş kir” û wiha domand: “Fikrê femînîst piştî derketina pêla sêyemîn li rojava rastî gelek zehmetiyan tê û dema mirov li piştgiriya ku ji sazî û medyayê digre temaşe dike, rêxmê belavbûna pir diyar a vê fikrê jî xelqeya herî lawaz ava dike. Ev hişt ku tevgerekê dijber a beriya deh salan kesek nikaribe xeyala wê jî bike ava bibe, mîna “Zengila Sor” lewra mirov nikare erzan bigre dest.”   

Nivîskar û wergervana Cezayirî di nav de pirtûkên mîna “Sukrat Nemjet”, “Tarîtiya Tarîtiyê”, “Di destpêkê gotin hebû” gelek pirtûkan nivîsandiye û bi pirtûka xwe ya bi navê “Destpêkê Gotin Hebû” di sala 2022’yan de hêjayî Xelata Pevbestînê ya Djebar a Asyayê hat dîtin. Nivîskar Amal derbarê vê yekê de jî destnîşan kir ku ew kêfxweşiyê dijî.