Min bi riya têkoşînê bedewiya deng û peyvan nas kir

Jina ciwana dengxweşa Filistînî Rexed El-Kaşif a şeşsalî dest bi strangotinê kirî got: “Ez niha ji bo tomarkirina albumeke taybet hêviyên xwe mezin dikim.”

TEHRÎR BIN SAXIR
Ramalah - Di nava civaka Filistînê de kêrhatiyên cihêreng hene lê mixabin aliyên piştgiriyê bidin tune ne. Rexd El-Kaşif a 22 salî ya ji bajarê Ramalah ê Filistînê ku yek ji wan cewheran e; dibêje ku bi taybetî ew ji stranên welatparêziyê hez dike lewre dengê wê bi wan stranan azad dibe.
Rexd El-Kaşif; li Zanîngeha Birîzîtê beşa wergerê ya zimanê Îngilîzê xwendiye. Li ser hunerê dibêje; “Stranbêjiyê kesayetiya min guherand, jixwebaweriya min zêde kir, her wiha min kesên navdar jî nas kir. Ya herî girîng, min riya têkoşînê dûrî çekan, bi bedewiya deng û peyvan nas kir."
“Min şeş salî dest bi strangotinê kir”
Stranbêja filistînî der barê vedîtina kêrhatiya xwe de wiha dibêje: "Dema şaş salî bûm min dest bi stranbêjiyê kir. Di çalakiyeke dibistanê de bû, mamosteyên min ez teşwîq kirim. Ez bi stran û helbestan beşdarî çalakiyên dawiya sala xwendinê dibûm. Malbata min ji 6 kesan pêk tê. Ew ji bo min temaşevanên yekem bûn. Gelek alîkariya manewî dan min. Di her şahiyê de diviyabû bi stran û helbestan beşdar bibûma. Teşwîqkirina wan ji bo min serbilindî bû, jixwebaweriya min zêde dikir.” 
Li ser hevsengiya demê jî wiha dibêje: "Piştî qedandina dibistanê min nikaribû hevsengiyek di navbera xwendina zanîngehê û stranbêjiyê de çêbikim lê min dîsa jî kêrhatiya xwe ya stranbêjiyê paşguh nekir.”
“Ez pir kelecan dibûm”
Rexd wiha didomîne: “Heyecanek pir mezin ez digirtim û min nikaribû li ber xwendekarên zanîngehê bistira lê bi demê re ev yek derbas bû, niha li her deverê stranan dibêjim. Herî zêde bi tomarkirina hin gotinên ji stranên nû û yên kevin ku min li ser medyaya civakî Facebook û Instagramê weşand hatim nasîn. Qebûlkirin û hezkirina guhdaran ew hîn teşwîq kir. Bertekên erênî bûn sedem ku ciyawaziya dengê xwe di meqaman de hîs bikim û li ser daxwaz guhdaran min vîdyoyek jî weşand."
Hîcab û stran
Rexd beşdarî gelek çalakiyên çandî yên li Zanîngeha Birezîtê û xwepêşandana xwendekarên zanîngehê bûye. Li ser wan çalakiyan dibêje: "Divê jin bi xwe bawer bin û li hemberî rexnegiran bêdeng nemînin. Ji bo hîcabê jî min tu astangî ji malbat û hevalan nedît. Heya tu xewn û xeyalên xwe bi cih bînî divê tu têbikoşî."  
Xwendin û stanbêjî
Ji bo vê mijarê Rexd Alkaşif da zanîn ku tu nakokî di navbera xwendin û stranbêjiyê de nabîne û wiha bi dawî kir: "Stranbêjî ji bo min kêrhatiyek ne pîşeyî ye. Ez niha ji bo tomarkirina albumeke taybet hêviyên xwe mezin dikim.