Mihrîcanê Okrêş a Mûzîkê bi xelatkirina 15 koman bi dawî bû

Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê bi xelatkirina 15 komên hêjayî xelatên stran û awazên herî xweş hatin dîtin, bi dawî bû.

Qamişlo - Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê bi pêşengiya Desteya Çand û Hûnerê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Hîlala Zêrîna, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hûnerê ve di 11’ê Gulanê de hatibû destpêkirin, bi xelatkirina 15 komên hêjayî xelatên baştirîn awaz û stranan hatin dîtin, bi dawî bû.

23 kom ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di puxçikên wan de gurzekî dewlemend ji stranên nû hebûn, hatin li ser dikeya Navenda Çand û Hûnerê a Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêşî bi sedan mêvan, hûnermend û hezkiriyên xwe kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji komên herî zêde rastî elaqeya beşdarvanan hatin komên xweser û yên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn bûn. Koma Elefteriya a Dêrikê û Stêra Zêrîn a Hîlala Zêrîn dikarîbûn bala hemû hûnermend û mêvanan bikşînin ser stranên xwe yê nû.

Piştî nirxandina stran, awaz, gotin û sekna li ser dikeyê a her komekê ji aliyê komîteya nirxandinê ve, navên komên ku biserketibûn îro, di roja xwe ya dawî de eşkere kirin.

Komên ku hêjayî xelatê hatin dîtin wiha ne:

Xelata xweştirîn awaz: Koma Cûdî a Dêrikê, Koma Ş.Zîlan a Dirbêsiyê û Koma Rûqaq a Reqa yê.

Xelata xweştirîn gotinên ku ji helbestan hatine girtin: Koma Cûdî a Dêrikê, Koma Doser a Tebqa û Koma Kela Hûrî a Efrînê.

Xelata xweştirîn strana filiklorî: Koma Stêra Zêrîn, Koma Doser a Tebqa û Hûnergeha Welat.

Xelata xweştirîn belavkirina mûzîka stranan: Koma Ş.Serhed, Koma Rûqaq û Koma Cûdî.

Xelata baştirîn performansa: Koma Rûqaq, Koma Cûdî û Kela Hûrî.

Paşê Koma Serdem a Leşkerî û hûnermed Nesrîn Botan çend stran pêşkêşkirin.