Mîhrîcana Xalîçeya Sor bi fîlmê "Dara Kefaretê" bi dawî bû

6'emîn Mîhrîcana Fîlman a Xalîçeya Sor a li Xezeyê ku fîlmên li ser mafên mirovan hatin nîşandan, bi fîlmê "Dara Kefaretê" ku çîroka jinekê vedibêje, bi dawî bû.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Mîhrîcana Xalîçeya Sor a ku li Xezayê hatibû lidarxistin, duh bi fîlmên ku li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava hatin pêşandan bi fîlma “Dara Kefaretê” bi dawî bû. Ji amadekarên mîhrîcanê Qard El-Jarro got; “Di mihrîcanê de 6 rojan koçberî, bêkarî, xizanî hatin nîqaşkirin. Li bajarên dorpêçkirî jin û zarok beşdarî mîhrîcanê bûn û ev yek ji bo me rewşeke xweş e."

"Divê hemû şer bên bidestgirtin"

Amna Silêman ku yek ji beşdaran mîhrîcanê bû, diyar kir ku ew çend sal in xebatên mîhrîcana "Xalîçeya Sor" dişopîne, ji ber ku her fîlmek tê nîşandan fikir û mijarekê vedibêje. Amna Silêman got, “Divê cîhana Rojava gelek mijarên xwe çareser bike, di nav de mafên mirovan û şerên ku li cîhanê diqewime. Xeza ne tenê bajarê ku ji şer, neheqî û zilmê hatiye û jiyana bêguneh lê hatiye kuştin e. Fîlma ku min herî zêde jê eciband û jê bandor bûm fîlmê 'Alîbot' yê şerê Helebê ye."

Ji aliyê din ve Amna Hemîd da zanîn ku fîlmên li ser înternetê cihê sînemayê nagirin û ya ku sal bi sal fîlman cuda dike, zehmetiya trajîk e.