Mîhrîcana şanoyê despêkir

5’emîn mîhrîcana şanoyê bi dirûşma “Qêrîna Waşûkanî” li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Qamişlo – Her sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê- Rojava mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a şanoyê tê li dar xistin. Di mîhrîcanê de hemû lîstokvanên herêmê ji pêkhateyên cuda beşdar dibin û berhemên çanda xwe têde pêşkêş dikin. Mîhrîcan bi dirûşmeyên cuda her sal tê çêkirin, her wiha komên şanogeriyê, derhênerên xwedî berhem,  lîstokvanên piştî perwerdeyên tijî ked derbasî vê mîhrîcanê dibin. Sala borî mîhrîcana Şehîd Yekta ji ber rewşa vîrûsa koronayê nehat li dar xistin. Îsal wê mîhrîcan bi beşdarbûna 9 komên şanoger bi dirûşmeya “Qêrîna Waşûkanî” bê li dar xistin.
Bi êrîşên dewleta tirk û dagirkirina wê ji bajarê Serêkaniyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de, êdî hemû tevger û xebatê ku di herêmê de tê meşandin bi armanca derxistina rastiya hovîtiya dagirkeriya dewleta tirk, tê meşandin. Ji bo wê beşê komîna şanoyê jî xwestin ku mîhrîcana wan bi qêrîna Waşûkanî re bibe yek. Li ser vî esasî dirûşmeya mîhrîcanê jî wê bi navê Serêkaniyê be.
Şanoger Yekta Herekol, şanogerî di zanîngehê Tirkiyê xwend. Paşê diçe Rûsiya û bi çend hevalên xwe yê şanogeriyê tevlî nav refên tevgerên azadiyê dibe, li wir xebatên akademiya Şehîd Sîpan û Sefqan bi rêve dibe û komên şanogeriyê ava dike. Piştî demekê derbasî Sûriyê dibe heman kar dide meşandin û koma Agirî ya şanogeriyê ava dike. Şanogerê kurd Erdogan Kahraman(Yekta Herekol) ku di 27’ê Adara 2004’an de di roja şanogeriyê de ji bo şermezarkirina siyaseta Rejîma Sûriyê li dijî çanda kurdî û şermezarkirina komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Seedllah El- Cabirî ya bajarê Helebê çalakiya fedayî pêk tîne. Wekî sembolê şanogeriya Kurdî her sal li Rojavayê Kurdistanê mîhrîcana şanoyê bi navê wî tê li dar xistin.
“Gulên Sor bi Fermandar dikevin”
Mîhrîcan li navenda Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê li dar xisitn. wê heya 6’ê Nîsanê dewam bike. Komên ku beşdar bibin wiha ne: Şanoya Gulên Sor bi Fermandar dikevin ya bajarê Reqa. Şanoya Qirdik û Qeşmer a koma ava mezin a bajarê Dêrikê. Şanoya Derî ya koma Jiyan. Şanoya Pêngava Sêyemîn ya bajarê Til Koçer. Şanoya bi navê Aştî di Baskên Çivîkan de ye ya koma tiyatroya Sariya Baran a bajarê Qamişlo. Şanoya Venasîn a koma Serdem. Şanoya Giyayê Şewitî ya koma Lêlûn. Şanoya Qêrîn ya koma Tolhildan ya xweser. Her wiha şanoya Qaim El- Meqam a nû ya koma Hêvî.
“Qêrîna Waşûkanî”
Îro bi dirûşmeya “Qêrîna Waşûkanî” mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a şanoyê li navenda Çand û Hunera Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja yekemîn de bi beşdarbûna komên şano yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên Qamişlo hate li dar xistin. Roja yekem ji mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanên azadiyê despêkir.
Li ser navê Desteya Çand û Huner Ednan Ibrahîm, li ser navê Mudîriyeta Çand û Huner Bêkes Darî, li ser navê Komîna Şano Ednan Mustefa mîhrîcana 5’emîn a şano pîroz kirin û wiha gotin: “Îro di bin gelek şert û mercên zehmet de em mîhrîcana xwe ya 5’emîn despêdikin. Gaveke nû di saleke nû de ye. Gelek komên şano yê ku dixwestin beşdarî mîhrîcanê bibin ji tevahî parçeyê Kurdistanê hebûn, lê mixabin ji ber rewşa heyî ya vîrûsa korona û şer nekarîbûn ku werin û berhemên xwe pêşkêş bikin. Hêviyên me bi van şanogerên pêşerojê re hene, bi wan û berhemên wan jî bawerin. Bi  hêviya serkeftinê ji hemû beşdarvanan re."
“Mala pîrê”
Paşê bi rêya sînevîzyonekê ku helbestvan Ednan Digan, Derhêner Ferhan Stêrk, hunermend Hesen Şerîf, Lîstokvan û Derhêner Tuncay Ozel û Şanoger Govend Behzad ku ji bo mîhrîcana 5'emîn a şanoyê re peyam şandibûn hatin guhdar kirin.  Her wiha baleya bi navê "Simbil" hate pêşkêş kirin. Koma şano ya Enternesyonalîstan şanoya bi navê "Kobanê tu ne bi tenê yê" pêşkêş kirin.  Xwendevanên ku di şanogeriyê de bi serketine şanoya bi navê "Mala pîrê" pêşkêş kirin. Her wiha Koma şehîd Welat a govendê, bi govendên gelerî coş dan mîhrîcanê.
“Kobanê tu ne bi tenê yê”  
Şanogera şanoya bi navê "Kobanê tu ne bi tenê yê", Cîhan Osman di derbarê şanoya ku pêşkêş kirine nêrîna xwe wiha parve dike: "Şanoya me ji aliyên hevalên Enternasyonalîst ve hat pêşandan. Ev cara ewile ku şanoyek bi vî rengî hevalên Enternasyonalîst pêşkê dikin. Ev nêzî heyvekê ye ku em amadekariya şanoyan dikin. Em di mîhrîcanê de koma yekemîn bûn, loma kelecan û hestê wê pir zêde bû. Em 5 şanoger cihê xwe di nava vê şanoyê de digirin. Her şanogerek rolek girîng di şanoyê de dileyîzin. Şanoya me bi navê "Kobanê tu ne bi tenê yê". Ev şano bi pir zimanî tê pêşkêş kirin û ev yek jî yekîtiya gelan nîşan dide. Armanca me ji vê şanoyê ewe ku em ji tevahî cîhanê re bidin nîşandan ku her parçeyek ji perçeyên Kurdistanê bi çi xweşî û êşê dijîn. Bi taybet di berxwedana Kobanê yê de bi hezaran ciwanên ji pêkhateyên cuda cihê xwe girtin û şerek bê hempa li dijî desthilatdaran meşandin û Kobanê neket. Bi rastî jî Kobanê ne bi tenê ye, bi berxwedan û îradeya xwe bi ser ket."
Dê sibê şanoya bi navê "Gulên sor bi fermandar dikevin" ya bajarê Reqayê were pêşkêş kirin.