Mihricana Mîtan: Bi riya lîstikên şanoyê em peyamên xwe radigihînin

Şanogerên Mihricana Mîtan a 5'emîn diyar kirin ku bi riya lîstêkên xwe ew hewl didin rûyê temaşevanan bikenînin û peyamên xwe bigihîjînin wan.

Şehba- Mihricana Mîtan a şanoyê bi dirûşma "Veger nêz e, em bi hêvî ne" ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê ve di roja 5'emîn de didome. Mihricanê di 10'ê Çileyê de li ser dika navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasa Şehbayê dest pê kir û heya 18'ê Çileyê wê berdewam bike. Di rojên mihricanê de rojê şanoyek tê lidarxistin, komên şanoyê ji Heleb, Kobanê, Reqa, Hesekê, Kerkûk û Efrînê beşdarî mihricanê bûn.

Di van rojên mihricanê de lîstikên bi navê "Nêrînek" ji aliyê Helebê, şanoya "Ne rawa" ya koma Kerkûkê û şanoya "Tîrêj" a Hîlala Zêrîn a Efrîn-Şehbayê ve hatin pêşkêşkirin. Der barê şanoyên ku hatine pêşkêşkirin de, şanogerên Mîtan nêrînên xwe anîn ziman.

'Di mercên dijwar de me mihricana xwe li dar xist'

Endama komîteya amadekar a 5'emîn mihricana Mîtan, Rûmet Beko behsa amadekarî û zehmetiyên ku dîtine kir û wiha got: "Ev cara duyem e ku em mihricana Mîtan li Şehbayê piştî koçberiyê li dar dixin. Mihrican li warê berxwedanê hat lidarxistin. Li gorî rewşa Şehbayê ku rastî dorpêç û êrîşan tê ne guncaw e em tê de mihricanan li dar bixin lê îsrar û vîna me ji rewşa heyî mezintir bû. Me xwest bi riya şanoyên xwe hêviyên gel ragihînin her wiha bi dirûşma ku me dest bi mihricanê kiriye "Veger nêz e, em bi hêvî ne" xebatên xwe didin meşandin ji ber hêviya me mezin e ji bo vegera Efrînê û li ser dika şanoya Efrînê mihricana xwe ya şeşemîn em pêşkêş dikin."

'Armanca me ew e ku gel bi yekitiya xwe bijî'

Şanoger Sîdra Hebeş ku di şanoya bi navê "Çeper" de rola xwe lîstiye behsa armanca lîstikên xwe kir û got: "Ev cara yekem e ku weke şanoger beşdarî mihricana Mîtan bûme û gelek kêfxweş im. Di lîstika "Çeper" de min rol girt. Armanca me bi vê şanoyê ew bû ku em sînorê ezeziyê di nava civakê de rakin û gel bi azadiya xwe bijî. Me xwest sînor û çeperên di nava gelan de bi riya şanoyên xwe rakin ji ber gelê Kurd yek e û divê bi bi rengê xwe bijî."

'Tîrêj serhildana jinan di şoreşê de nîşan da'

Şanogera lîstika bi navê "Tîrêj" Zeyneb Mihemed jî diyar kir ku wê agirê şoreşê tu carî venemire û got: "Min di şanoyê de rola keçikek bi navê Dilvîn lîstibû ku ev keçik ji qonaxa xwe ya zarokatiyê ve heya ciwaniyê di dibistanên dewletê de rastî zilim û bindestiyê tên. Kesayeta Dilvîn hemû zarokên Kurd temsîl dikir. Di dema ciwantiya wê de kela li dijî sîstemên desthilatdar dibe şoreş ji ber qedexe bû ku di dibistanên rejîman de bi Kurdî biaxive û nasnameya xwe ya Kurdî eşkere bike. Di kesayeta wê de hemû jinên Kurd ên berxwedêr û têkoşer dibînin ku bi agirê şoreşê dîwarên zindanan hildiweşîne û serî hildide. Di Şreşa Rojava de jî me dît jinên têkoşer li dijî desthilatdariyê serî hildane û wê ev agirê şoreşê bi ser dijmin de bibare."