Mîhrîcana jinan bi belavkirina spasname û xelatan bi dawî bû

9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jin a bi boneya nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanî, bi dirûşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê dest pê kiribû, bi xelatan bi dawî bû.

Qamişlo – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, her sal di nav rêzeçalakiyên kampanyaya tevger û rêxistinên jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîhrîcana bi navê “Wêje û Hunera Jin” hat lidarxistin. Ev mîhrîcan bi armanca derxistina hunera jinan a di her warî de tev wêjeyê, li ber çavan. Bi dehan jin bi berhemên xwe beşdar bûn. Îro jî di roja xwe ya duyemîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner, 9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jin bi dirûşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” û bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi dawî bû.

Di mihricana jinan de gelek çalakiyên cûrbecûr hebûn, di nav de perçeyek folklorî ya koma şehîd Dîlan, her wiha xwendina çîrokê bi zimanê Kurdî ya çîroknivîs Batan Hoşê ya ku behsa êşa dayikekê ji koçberiyê dike û bi zimanê erebê ya çîroknivîs Evîn Yûsif ya ku behsa zehmetiyên Kocberiyê di daristanên xirbetê de dike. Paşê perçeyek foloklorî koma govendê ya yersosa, her wiha Sitranbêj ji koma Şehîd Delîla, sînevizyon ji bo danasîna komîteya nirxandinê û herî dawî de girtin û belavkirina xelatan pêk hat.

Beşên ku xelat wergirtin wiha ne: Beşa Wêjeyî, asta yekemîn Zîlan Hemo, asta dûyemîn Siltana Eto, asta sêyemîn Fatima Murad.  Beşa Helbestên Kurdî asta yakamîn Silava Ararat, Bêrîvan Elfaris û Fadiya Bîrem. Beşa Gotar Siltana Eto. Beşa Helbestên Erebî asta yekem Silva Ararat, Heya Elîsa, Zekiya Heyder. Beşa çîrok asta yekem Canda Remo, Sewsen Xelîl û Zozan Mihemed. Beşa Wênexêzî asta yekem Yara Hiso, Ehlam Xalid,  Naya Îbrahîm.         

Mîhrîcan bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû.