Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê bi dawî bû

Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê ya li Wanê hat lidarxistin û sê rojan dom kir bi dengbêjiyê dawîbû.

Wan - Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat lidarxistin, di roja 3'yan de bi dawî bû. Di mîhrîcanê de Koma Aryen û Dengbêj Hediye konser li dar xistin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, hevserokên DBP û HDP'ê yên bajêr, TJA û gelek kes tevli konserê bûn. Di roja dawî ya mîhrîcanê de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin. Di mîhrîcanê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Em ê tecrîdê bişikînin" hatin berzkirin. Despêkê Koma Aryen derket dikê û jinan li ber kilamên Koma Aryenê govend gerandin. Paşê Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag axivî. 
Dersim Dag, bal kişand ser şerê li hemberî jinan û tecrîdê û got: "270 roj in li girtîgehan hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Ev hevalên me ji ber bi kurdş distrên tên cezakirin. Hê jî li Tirkiyeyê kurdî wekî zimanekî nayê zanîn tê qebûlkirin. Em dizanin ku polîtîkayên tunekirin, înkarkirin û asîmlasiyonê xwe disipêrin tecrîda li Îmraliyê. Kengî li Îmraliyê dest bi polîtîkaya tecrîdê tê kirin, li erdnîgariya Kurdistanê şer dest pê dike. Erdnîgarî û xwezaya kurdan tê şewitandin û talankirin Ziman û vîna kurdan nahesibînin. Xwedîderketina li kurdî, berxwedana li dijî tecrîdê ye. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de, hemû gel tên tecrîdkirin. Heya tecrîd neyê şikandin û Ocalan azad nebe, em ê têbikoşin."
Mîhrîcan bi stranên dengbêj Hediye dawî bû.