Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebceyê dest pê kir
Li Helebceyê ji bo nasandin û zindîkirina berhemên navxweyî, 10. Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebceyê dest pê kir.

Helebce – Li Helebceyê her sal ji bo nasandin û zindîkirina berhemên navxweyî Mihrîcana Hinaran tên lidarxistin. Îsal 10’emîn Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebceyê, dest pê kir.
Tê payîn ku wê Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebceyê 3 rojan berdewam bike. Di Mihrîcanê de 600 esnaf, xwediyên baxçeyan û jin bi berhemên xwe beşdar bûn û her wiha hejmarek zêde mirovan serdana Mihrîcanê dibin.