Meryemê bi çêkirina wêneyan sînor derbas kirin

Li gundê Kavacikê weke wênesaza bi şalwar tê bibîranîn. Zehmetî û astengiyê ji bo xwe tu caran nekiriye hinceta nekirinê. Meryem Duzgun Kaya çêkirin wêne, weke dildariyek ji bo zarokan li beramberî hemû zehmetiyan berdewam kir. Halê pêşwendiyê (dezavantaj) ji bo Meryemê bûye îdia û wê ev rewş, ji bo xwe avantaj pejirandiye. Piştî temenê 45 salî bi hevkariya wênesaza ku hatiye gundê wan, ji wê rojê heta niha wêneyan xêz dike. Ji xeyalên xwe tu caran venagere û ji astentegdar û yên ne asteng dixwaze ku bi hunerê jiyana xwe bixemlînin û xeyalên xwe pêk bînin.

ZEYNEP PEHLİVAN
İzmir - Ev demek e ez li Îzmîrê me; cihê ku min dizanî ez lê veşartî me lê heta niha cihên ku min navê wan nebîhîstiye hene. Gundê Kavacik jî yek ji van cihan e. Tam wekî wê strana ku dibêje “li wê derê li cihek dûr gundek heye.” Ev gund tam li gorî wê stranê gundekî wisa ye. Herî kêm ji bo bibe layiqê hevoka “ew gund gundê me ye” divê  mirov biçe wan deran û li wê derê temaşeyî asîman bike. Êdî ‘em neçin temaşe nekin na’ ez çûm min dît, li ser axa bi bereket geriyam. Hesteke heqkirina xwemalîbûnê çêbû ku ez dikarim bejim gundekî din jî heye. Gundekî çawa dibe ku ewqas nêzê bajar û hem jî ewqas ji bajar dûr be? Riya dirêj a Kavacikê dema em diçûn her vê dihizirîn. Riyên teng û bi şiverê bi sebir dema mirov derbas dike û rastî hin giran tê; di dawiyê de rastî tabeleya ku li ser Kavacik nîvîsandiye tê. Girên ku ji gelek cihên bajar nayên xuyakirin, piştî wan giran gundekî çiya biçûk, veşartî û şermok xuya dike. Sedema çûyîna min a vî gundî, ji çîroka ku îlham daye min, ji ber jineke hêja ye. Ev jin jî Meryem Duzgun Kaya ye.  
Jina wênesaz a hatibû gund jiyana wê guhert
Meryem li gund bi navê ‘Wênesaza bi şalwar’ tê nasîn. Bi derbaskirina qezayê di temenê zaroktiyê de felc dibe. Ji sêsaliya xwe heta niha jiyana xwe wekî astengdarek derbas dike û jinek gelek hêja ye.
Jiyana Meryemê dema ku wênesazek tê gundê wan bi temamî tê guhertin. Meryem di 45 saliya xwe de qabiliyeta xwe ya wênesaziyê nu keşf dike û di demek kurt de bi wêne re radizê û radibe. Wênesaza ku tê serdana gundê wan heta berhemên xwe tîne qonaxa hilberînê alîkariyek gelek mezin dide. Meryem piştî 9 salan gihîşt wê astê ku sê pêşangeh veke. Di der barê vê mijarê de qet perwerdeya akademîk negirtiye lê belê berhemên ku xêz kirine, ji bo kesên din ên li gund dijîn dibe îlham. Meryem di demek nêz de ji aliyê atolyeyek hunerê ve layîqî xelata ‘hunermenda salê’ hat dîtin. Meryem di mala xwe de bi dilxwazî ders dide zarok, jin û kesên astangdar ên li gund dijîn. Meryem bi awayekî serbilind û bi hêz behsa jiyana xwe dike. Dema ku ez li mala xwe pêşwazî kirim heycana Meryemê û ew dilnizmiya ku nayê gotin qet xeyalên min nelikandin. Dema ku me kameraya xwe amade dikir ji bo dîmenan ew bi wê kelecanê hat gel me û got hûn ji riya dirêj hatine, min ji we re hinek tişt amade kirine û me dawetî baxçeyê xwe kir. Ji bo jiyana xwe bidomîne aliyek mala xwe kiriye kafe. Kafeya bi navê ‘Wênesaz Kafe’ cihekî biçûk û şîrîn ji bo xebatxan. Mereyemê kedek baş ji bo min dabû ji ber wê demek dirêj ez li vê fedakariya wê heyîrîm . Cêwiya wê, cîran û mirovên wê yên nêzîk; di baxçeyê mêwan de, bi boyakirina kolindên avê, rengdayîna wan a vê baxçe re qet em bi tenê nehiştin.  
Mamosteyê min ji wêneyên ku min xêz dikir bawer nedikir min xêz kiriye
Meryemê odeyeke mala xwe veguherandibû atolyeye. Ev cih, di heman demê de wekî cihê dersdayîna zorokan jî bi kar dianî. Meryemê gelek xebatên xwe di vê odeya xwe ya taybet de dikir. Girêdan û azweriya xwe ya wêne re bi dengekî bi heyecan behs dike
“Ez hê 3 salî bûm. Piştî nexweşiya tayê ez felc mam. Min nikaribû çenteyê xwe yê dibistana seretayî hilgirim. Lê cêwiya min bi min re dibû alîkar. Piştî dibistana seretayî hewesa min ji bo karên dirûtinê çêbû. Piştî demekê li gund min dest bi dirûtina cilan kir. Bêyî ku ez bibim muhtacê kesê, min jiyana xwe berdewam kir. Berastengiya min tu caran ji bo min nebû astengî. Jiyana min weke jiyana mirovên normal bû êdî. Dibe ku dayik û bavê min ne di wê ferqê de bûn, min kar dikir û nedixwest bisekinin. Ji ber wê yekê ez bi hêz bûm. Xwişk û birayên min tu caran bi çavê kesek astengdar li min nenihêrin. Min astengî derbas kirin û gihîştim van rojan. Azweriya min a ji bo wênexêzkirinê di dibistana seretayî de dest pê kir. Wê demê min bi hewes wêne xêz dikir lê belê mamosteyê min ev yek cidî nedigirt. A rast mamoste bawer nedikir min ev wêne xêz kirine, dihizirî ku min ew wêne ji cihek din kopya kiriye. Piştre dema min dest bi jiyana kar kir wêne jî li rexekê ma lê belê ev azweriya min a wêne di dilê min de her tim zindî bû. Di navberê de gelek sal derbas bûn û rojekê wênesazek hat gundê me, ji bo min her tişt wê demê hat guhertin.”
Li mizgeftê agahdariya pêşangeha min kir
Meryem wênsaza ku hatiye gund wekî surprîzek gelek xweş bi nav dike. Ji ber vê binavkirinê mafdar e. Bifikirin, li Îzmîrê gundek heye ku çûyîna wê gelek zor e, hûn lê dijîn. Hûn ji aliyê fizîkî ve astengdar in, cihê we yê hûn bixwazin tiştek lê bikin bi sînor e. Di dilê we de azwerî û cewherek heye. Ji bo hûn vê cewhera xwe derbixin, fersenda ew heta temenê 45 an çênabe.  Piştre wênesazek tê gundê biçûk ê hûn lê dijîn û we ferq dike, berdewamiya vê çîrokê em ê ji Meryemê guhdarî bikin:  
“Min ji wê jina rêzdar a wênesaz dersên cuda girt. Min nedizanî ez ê çawa boyaxan bi kar bînim. Di demek kin de ez fêr bûm. Jina wênesaz dema wêneyên min dît gelek eciband û got niha îmzeya xwe lêbide. Destpêkê min bi tebeşîrên bi rûn dest pê kir. Lê belê armanca min çêkirina bi boyaxa bi rûn û firçeyê bû. ez gihîştim armanca xwe û bi temamî min 28 tablo xêz kirin û îmzeya xwe lêda. Di dema hilbijartinê de, bihîstibûn ku li gund wênesazek heye û hatin ez ziyaret kirim. Gotin me wêneyên te gelek ecibandin, min jî got ku ger ecibandibin bila wisa nemîne. Pişti 8 mehan yekê telefon ji min re vekir û got em ê derfetên vekirina pêşangehê bidin te. Dema ku min ew telefon girt ji kêfan ez giriyam. Dema ez gihîştim vê astê min xwest gelê li gund jî beşdarî vê pêşangehê bibe min ji wan erebeyek xwest. Min li mizgefta gund agahiya vekirina pêşangehê da. Hemû kesên li gund hatin, cihê pêşangehê tijî bû. Rojnamevan û televîzyon jî li wê derê bûn. Li pêşangehê kesên ku di ber min re derbas dibûn digotin derbasbûyî be. Gelek ji wan kesan bawer nedikirin ew wêne hemû min çêkirine. Min ji cêwiya xwe boyax û caw (ew paçê ku mirov li ser wêne çêdike) xwest. Di pêşangehê de min bi awayek zindî wêne çêkir. Ji ber pêwîstiya min bi îsbatkirinê hebû. Mêvanên ku hatin tabloyên min kirîn. Ev yek ji bo min  tecrubeyek gelek xweş bû.”
Bi mûyê hesp firçe çêkir
Meryem di demek kin de wekî Wênesaza bi Şalwar hat nasîn. Nav û dengê wê ne tenê li Kavacikê, li derveyî Îzmîrê jî belav bû. Di wê demê de gelek daxaznameyên girîng ji bo wê çêdibin. Meryem dihizirî ku huner hem di aliyê ewlehiyê de hem jî di aliyê nasîna mirovên bi nirx de fersendek e. Lê belê dema li gund firçe nedidît, ji ciranê xwe mûyê hesp dixwest û bi wê mûyê firçe çêdikir. Meryem wan deman bi şanaziyekê wiha vedibêje: “Di dawiyê de ji pirtûkên zarokên dibistana seretayî min li wan fîguram mêze dikir û (darêjnivîs) kompozisyona xwe bi serkeftî digirt.”
Em behsa jinek ku hemû zorî derbas kirine dikin. Di atolyeya Meryemê de me jê pirsa azweriya wê ya wêne û nêrîna gundiyan a li vê kir. Bersiva ku da min careke din rewşa astengdariyê di mejiyê mirov de zindî dike: 
“Di destpêkê de çêkirna wêne ji bo jinek li gund rastî hinek bertekan hat. Mirovan xwest vê rewşê fam bikin. Hinekan digotin ev ne tu yî. Min cidî nedigirtin. Min ev zincîr yek yek şikandin. Nêrîna wan pir min eleqedar nedikir. Niha wisa nîn in. İro mêr ji hevjînên xwe re dibêjin dibêjin wekî Meryemê wêne çêbike. Min teqdîr dikin. Li vê derê min dersên taybet dida zarokên wan. Bi temamî bi awayekî dilxwaz min ew ders dan. Mamostehî jixwe di dilê min de wekî girêyek bû. Rojekê zarokek cîranan bi tesadufî deftera xwe ya wêneyan anî xwest li gel min wêne çêbike. Min jî qebûl kir û ji vê tecrubeyê min gelek kêf girt. Piştre hejmara wan zarokan bû 18. Min zanî ku gelek tişt hene hem ez fêr bibim û hem ji fêr bikim. Cîranek me yê astengdara zîhnî jî dixwest tevli van dersan bibe. Di wê derê de pê re şansê ku çiqas jiyana xeyalî û bi reng heye û şansê min ê keşifkirina hizirîna razber çêbû.”
Bila hevalên astengdar di nava hilberînê de cih bigrin
Di 2011’an de dokumanterek taybet a Meryemê hat kişandin. Niha jî der barê wê de xebatek  senaryoya metraja dirêj heye. Meryem dihizire ku bi çêkirina wêneyan re civakî bûye, pêşî li dîtina wê ya cîhanê vekiriye. Li gorî hizrên wê kesên ku astengdarên bedenî ne divê rewşa xwe qebûl bikin û xwe nedin aliyekî. Meryem li ser vê yekê wiha dibêje:
“Pêwîst e hevalên min ên astengdar tevli hilberînê bibin. Bi tiştên ku min kirine û bi temsîlkirina gundê xwe ez xwe gelek kêfxweş û şanaz hîs dikim. Ez dixwazim mirov nas bikin û bibînin. Li vê derê jinek astengdar a gund çawa ji bêderfetiyê gelek tiştan afirandiye heye. Havalên min ên ne astengdar jî bi hinek tiştan re mijûl bibin, bi taybetî bi hunerê re eleqedar bin. Ya ku derûnî û her tiştî sererast dike huner e. Ez jî dem bi dem dikevim tengasiyê lê belê ez dizanim, her roj roj derdikeve, sibeha her şevê heye.”