Meral Şîmşek bi pirtûka Arzela li ser jinên ku hatine cihêkirin nivîsand

Pirtûka çîrokan a dawî ya nivîskar Meral Şîmşek a bi navê Arzêla ya ku di salên 90'î de piştî îşkence û bûyerên kuştinê berê xwe da edebiyatê, derket. Nivîskara ku bi jinên kêmendam re mijûl dibe, bi zimanê nivîskî balê dikşîne ser rastiya civakî.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed –"Ez şevek bi kabûsên ku li ser lingên min diherikîn şiyar bûm. Ber bi sibeheke ku yên diçin wê qet venegerin... Li ser milên xwe, êşên demê di porê xwe de sûcdar dikim. Dengê çivîkan bi awazên rîtmîk ên wesayîdan re tevlihev bû. Çûk mijûlî xeniqandina dengên qirikan in. Ma aliyê min ê çepê bêtir bê xew e, pişikên min? Nizanim. Lê belê, beşa min a herî bi êş çîrokên min in ku ew min hiştine…” Ev gotin aîdî Arzela ye, pirtûka çîrokan a dawî ya Meral Şîmşek e. Di navenda vê pirtûka çîrokan de ku gelek çîrok tê de hene, jin hene. Di pirtûkê de çîrokên jinên Suryanî, Kurd û Tirk cih digrin.

Balê dikşîne ser heqîqeta civakî

Meral Şîmşek ku ji bilî pirtûka xwe ya dawî Arzela, sê pirtûkên helbest û romanek wê heye, di nivîsên xwe de balê dikşîne ser heqîqeta civakî. Meral Şîmşek di salên 90'î de rastî îşkenceyên li girtîgehan hat jiyîn hat û bû şahidê kuştinên kiryar nediyar, serpêhatiyên xwe bi nivîsan radigihîne civakê. Meral Şîmşek xwe amade dike ku di demeke nêz de berhemek bi Kurdî jî çap bike, serpêhatiya xwe ya wêjeyî ya ku ji serpêhatiyên xwe yên wek nivîskareke jin a Kurd dest pê kiriye ji ajansa me re parve kir.

“Tiştên hatine jiyîn, bûn sedema nivîsandina min”

Meral Şîmşek anî ziman ku di pirtûka xwe ya dawî ya çîrokan de jî wekî nivîsên xwe li ser rastiya civakî rawestiyaye û diyar kir ku xelatên wê yên wêjeyê di dema nivîsandina vê heqîqeta civakî de hatine bidestxistin. Meral Şîmşek destnîşan kir ku ji bilî nivîsandinê jêhatîbûneke cewherî, serpêhatî jî tiştên ku sedema nivîsandinê bi pêş dixe û zêde dike û diyar kir ku kêmasiyên di jiyanê de tên jiyîn di wêjeyê  de dibin avantaj.

“Min îşkence dît û bûm şahidê kuştina mirovan”

Meral Şîmşek anî ziman ku heqîqetên ku wê nivîsandine ne tenê jiyana wê, ji heqîqetên civakî pêk tê, bi van gotinên xwe mijara sereke ya di pirtûkên wê de cih digre kurte dike “Tiştên ku ez di jiyana xwe de pê re rû bi rû mam, bi serpêhatiyên giştî yên civakê re min veguherand zimanê nivîse.” Meral Şîmşek wiha axivî: “Malbata min malbateke ku salên 80’yî pir giran derbas kiriye. Ez bi xwe kesek ku îşkenceya salên 90’î dîtiye û bûye şahidê kuştina mirovan im. Lê helbet ne tenê ez bûm, em behsa bi sedhezaran mirovan dikin. Sedema ku ez li vir vê dibêjim ew e ku ez nû ketim cîhana nivîsandinê. Elbet tiştên min jiyan, xwesteka min a nivîsandinê zêde kir. Ji ber ku dema em di trawmayan re derbas dibin û pêvajoyên wiha giran dibînin, bi nivîsandinê re rewşa vereşandinê dijîn. Em ji tiştên ku bi me dane jiyîn jehrî dibin. Ger hinek jêhatîbûna we jî hebe, ew tişt piştî xalek vediguhere nivîsandinê. Di vê çarçoveyê de em bi tiştên dijîn re civakî dibin.”

“Mijarên sereke yên nivîsên min ji jinan pêk tên”

Meral Şîmşek da zanîn ku mijarên sereke ya pirtûkên ku ew nivîsandiye jin in, her wiha diyar kir ku jin xwedî nasnameyeke hatine cihêkirin in û wiha got: “Dema em tevahiya cîhanê dinêrin bênasnamekirina jinan dibînin lê em wekî jinên Kurd hîn zêdetir tên bênasnamekirin. Tiştên di malbata min de hatin jiyîn zêde ne yên herî giran jî jinan dîtin. Ez bi xwe jinek im, di temenê xwe yê biçûk de bi tundiya dewletê re rû bi rû mam. Min ew rastî jiya û di vê çarçoveyê de derfeta min çêbû ku ez jinan fêm bikim. Ji ber vê yekê ez bêtir hez dikim behsa çîrokên jinan bikim."

“Ez li ser hemû jinên ku hatine cihêkirin dinivîsînim”

Meral Şîmşek, diyar kir ku jin hem di cîhana wêjeyê de hem jî di jiyanê de tên paşguhkirin, ji ber vê yekê ew di helbestên xwe de jinan dixemilîne û got ku di helbest û çîrokên wê de ne tenê jinên Kurd, Suryanî û Tirk jî cih digirin. Meral Şîmşek got; “Çawa ku jin baştir rastiyê dizanin, ferd jî pêvajoya hebûna di nava xwe de baştir dizane, ez hewl didim di vî aliyê de binivîsînim. Ji ber ku min dîtiye û bûme şahid ku jinên Kurd çiqas bi barbarî û kiryarên xirab re rû bi rû mane, mijarên jinan esas digrim. Ez ne tenê jinên Kurd, jinên din ên biçûk hatine dîtin jî dinivîsînim.”