Mehrecana Amara ya 2'emîn li Şehbayê bi dawî bû

Mehrecana Amara ya duyemîn li Kantona Şehbayê bi çalakiyên cur bi cur ku hatibû destpêkirin di roja xwe ya 4'emîn de bi dawî bû.

Şehba - Di bin dirûşmeya "Bi Pêşketina Şoreşa Çandî û Fikrî Werin Cenga Azadiyê" duyemîn mehrecana Amara ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger di 24'ê Mijdarê de bi çalakiyên hunerî, sporî û çandî hatibû despêkiririn, îro li hola çand û huner a navçeya Ehdasa ya girêdayî Kantona Şehbayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi beşdarbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û miletê ji pêkhatiyên ereb bi dawî bû. Hola çand û huner bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê û amûrên çandî û filklorî hatibû xemalndin. Di mehrecanê de komên stran, govend û şano derketin ser dikê û hunerên xwe ji beşdarvanan re pêşkêşkirin.
"Bi rêya mehrecana Amarayê wekheviya gelan derket holê"
Endama komîteya amadekar ya mehrecana Amara Bêrîvan Qehreman behsa roja dawî ya mehrecana Amarayê kir û wiha got: "Îro mehrecana Amara ku 4 rojan bi çalakiyên hunerî, çandî û sporî li berxweda, bi dawî bû. Di vê mehrecanê de me hewil da moralên milet di rewşa koçberiyê de bildin bikin. Di heman demê de çanda xwe ya resen zindî bikin. Em wek ciwanan erka me ya sereke ew e ku çand û kevnşopiyên xwe ji qirkirin û pişaftinê biparêzin û çanda xwe fêrî nifşên pêşerojê bikin da ku ew jî li çanda xwe xwedî derkevin û ji bîr nekin." 
Di dawiya mehrecanê de hemû komên ku hunerên xwe pêşkêşkirine ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrîn ve hatin xelatkirin.