Maratona Jinan a "Dijwarî di teknolojiyê de ye" didome

Der barê maratona teknolojiyê ya jinan de jî "Dijwarî di teknolojiyê de ye" Seroka maratona di çapa yekem de û rêvebera giştî ya saziya "Nafsiyatek" Dr. Jalila Rahali ji ajansa me re axivî.

NECWA RAHİM

Cezayîr- Teknolojî li hemû welatên cîhanê di çalakiya aborî de roleke girîng dilîze. Bi navgîniya îmtiyazên cihêreng ku ew ji bo kontrolkirina têkiliyan, bilezkirina danûstandina ezmûn û agahdarî û hêsankirina mijûlbûna bi sepanên teknolojîk ên cihêreng ên nûjen re dide. Cezayîr, wekî welatekî Ereb û Afrîkayê, bingeheke temaşevaniyê ku ji welatên din cuda ye, ava kiriye. Nemaze piştî ku jinan gelek ast di mezintirîn û yekem pargîdaniyên pêşketî yên teknolojîk li cîhanê de girtin.

Li ser asta welatên Ereb bi beşdariya 50 jinên çalak pêk tê

Di warê teknolojiya nûjen de pêşengên jinên Cezayîrî hene wek lêkolînera Cezayîrê Wafaa Bin Turkî ku di pargîdaniya Microsoftê ya cîhanî de yekemîn rêvebera herêmî bû û Dr. Jalila Rahalî, pispora derûnînasiya sîber, li ser asta welatên Ereb û Afrîkayê, di nav 50 jinên çalak de di ewlehiya sîber li Afrîkayê de cih girt û ya ku xwe ji çapa yekem ji "Dijwarî di teknolojiyê de ye" li Cezayîrê amade dike.

Der barê maratona teknolojiyê ya jinan de jî "Dijwarî di teknolojiyê de ye" Seroka maratona di çapa yekem de û rêvebera giştî ya saziya "Nafsiyatek" Dr. Jalila Rahali ji ajansa me re wiha got: "Bûyer dê bibe yekemîn maratona teknolojiyê ya neteweyî ya jinan ji bo afirînerî û karsaziyê. Ji ber ku wan ji 31’ê Adara 2021'ê vir ve bi bernameyek dîjîtal li ser platformên medyaya civakî û sepanên curbecur ên dîjîtal ji bo alîkariyê dest bi amadekariyên vê bûyerê kirine ku dê heya 22’yê Adarê berdewam bike.

Çalakî ji aliyê saziyan ve hat organîzekirin

Jalila Rahali diyar kir ku ev pêşbirka jinan bi qasî salekê berdewam kiriye ku gelek qadên wekî tendurustiya derûnî, darayî, bîme, enerjî û veguhestinê tê de cih digrin. Her wiha bal kişand ku çalakî ji aliyê saziya "Nafsiyatek" a destpêkê ve di bin banê nûnerê Wezîrê Aboriya Zanîn û Destpêkê, Enstîtuya Neteweyî ya Taybetmendiyên Pîşesaziyê, Wezareta Post, Teknolojiya Agahdarî û Ragihandinê û gelek hevkarên civakî û aborî yên Cezayîrê hat organîzekirin.

Jalila Rahali behsa wê yekê kir ku 87 projeyên jinan bi awayekî ferdî û bi kom hatin wergirtin û wiha domand: "Komîteya jûrî ji zêdetirî 50 lêkolînerên jin û mêr pêk tê di warê lêkolîn û teknolojiya nûjen de ji hundir û derveyî Cezayîrê. Ji ber ku parzûn û nirxandina projeyan bi riya şandina projeyan bi serîlêdanên taybetî yên bûyerê ve hat kirin.

Seroka  maratonê Dr. Jalila Rahali pesna xebata tîmê di qonaxa yekem de bi awayekî xwemalî da, di heman demê de piştrast kir ku qonaxa duyemîn a maratonê dê li Navenda Peymana Meridian li eyaleta Wehran, paytexta rojavayê Cezayîrê, wek nusxeya yekem be.

18 projeyên jinan hene

Der barê parzûnên dawî de, Dr. Jalila Rahalî anî ziman ku 9 ji 18 projeyên jinan di warê teknolojiyê de dê wek dijwariyek nû ji bo jinên karsaz û xwediyên karsaziyên biçûk werin hilbijartin da ku di bazara karî de bi wan re bibin rêheval û rêber û beşdarî aboriya neteweyî bibin.

Jalila Rahali kêfxweşî û baweriya xwe bi tîma ku karibû bi rastî ji qonaxa yekem derbas bibe anî, piştî beşdariya mezin a ku di yekemîn çapa wê bûyerê de hat dîtin, bi beşdariya gelek jin û keçan ji komên temenên cuda û warên zanistî. Ji bilî tevkariyên cihêreng ên jinên li malê dimînin û jinên gundî ku kontrola mezin li ser teknolojiya nûjen nîşan dane.

Ev maraton ji bo ku jinên li herêmên gundewar di nav aboriyê de bicivîne, derket pêş ji ber ezmûn û jêhatîbûna wan bi hewceyî ku bên paqijkirin û şopandin da ku projeyên nû biafirînin, ramanan ewle bikin û wan di bazara kar de bi rê ve bibin.