‘Lorîn hêrsa jinan a li dijî zextên civakê ye’

Nivîskar P. Yarî diyar kir ku lorînên ku dayik dibêjin, di heman demê de hêrsa li dijî zextên civakê ye, diyar kir ku lorîn yek jî derbûnna hêrsa jinan a li dijî civaka mêrsalariyê ye.

AGRÎN HOSSEÎNÎ

Dîwandere- Lorînên ku dayîk ji bo zarokan birazînîn bi awazên diyar dibêjin, hema bibêje di dîroka her welatî de cihê xwe digre. Hinek lorîn heta roja me ya îro, hestên bi êş, kêfxweş û der barê jiyanê de hêvî digrin nava xwe. Nivîskar û parêzvana mafên jinan P. Yarî der barê lorînên ku ji aliyê jinan ve tên gotin û heta roja me ya îro hatine ji ajansa me re axivî.

‘Jin bêyî ku xwendin û nivîsînandiê bizanibin lorîn digotin’

P. Yarî da zanîn ku di edebiyata Nazim de lorîn fikir û zimanê jinan diteyîsîne yek ji hêmanên herî giring e û got: “Jin helbestvanên yekem in. Dîroka lorînan heta beriya hezar salan jî dirêj dibe û jin bêyî ku xwendin û nivîsîndanê bizanibin û metnên nivîskî ezber bikin lorînan digotin.”

‘Tonên lorînan nerm û bi hêmin in’

P. Yarî bal kişand ser cureyên lorînan û wiha got: “Balad alê helbestê yê vegeriyaye muzîkê. Balad parçeyeke çanda gelê Kurd ava dike. Ev lorîn bi tonên cuda û mijarên cuda hatine nivîsîn. Yek ji van jî lorînên ku dayik ji bo zarokên xwe dibêjin e. Tona lorînan melodî, gelek nerm û bi hêmin bi dengek melankolîk ava dikin. Ev melodî û stran der barê dîroka herêmê de hatine gotin, nivîsandin û gelek tişt dikarin jê derbikevin. Jinan bi awayên ‘Hurrah’, ‘Lore’, ‘Gourani’, ‘Lalaei’, ‘Ba Rekarane’ lorînan digotin. Li gelek cihên çolwar ên Dîwandereyê jin ji bo zarokên xwe birazînin lorîn digotin.” 

 ‘Li dijî zextan hêrsek e’

P. Yarî da zanîn ku zimanê lorînan di aliyê awa û çêkera helbestê de cuda dibe û got: “Lê belê di aliyê naverokê de gelek caran ji bo hêminkirina zarokan û razandina wan û hinek caran jî dayik ji bo êşên xwe derbas bikin dibêjin.” P. Yarî destnîşan kir ku lorîn yek ji dîroka gotinên bi nirx e û wiha domand: “Mixabin ji ber hatiye îhmalkirin, ber bi jibîrkirinê ve diçe. Jinên bi temen bi giştî ji têkiliyên civakî dûr di malê de rolê dilîstin. Ji ber vê yekê lorîn li derdora hestên jinan, mal, malbat û pirsgirêkan dizivirî. Di roja me de lorîn di heman demê de bi heman temayê tên gotin lê belê temaya bingehîn hêrsa jinan a li dijî civaka mêrsalar, zextên ku li mal û di nava civakê de li hemberî wan tên pêk anîn e.”

‘Riya îfadekirina zoriyan e’

P. Yarî bi bîr xist ku lorîn di civaka mêrsalarî de zoriyan îfade dike û ev tişt anî ziman:

“Gelek lorîn ji bo zarokan nehatine çêkirin. Zarok tenê guhên xwe didin muzîkê û dengê dayika xwe. Lorînên ku êşa dilê jinan vedibêjin di hinek beşên wan de li dijî pirsgirêkên jiyanê ye. Di demên dîktatoriyê de jinan zilim û zextên li hember xwe anîne ziman."