Lîstikvan Nur Surer hêjayî Xelata Rometê ya Sînemayê hat dîtin

Nur Surer di Festîfala Filîman a Eskişehirê de Xelata Rometê a Sînemayê girt.

Navenda Nûçeyan – Di 21’emîn Festîfala Filîman a Eskişehirê de lîstikvan Nur Surer hêjayî Xelata Rometê ya Sînemayê hat dîtin. Nur Surer li ser navê xwendekarê zanîngehê Elî Îsmaîl Korkmaz ê sala 2013’an dema ji meşa bi minasebeta piştevaniya berxwedana Parka Geziyê hatî lidarxistin vedigeriya ji aliyê polîsan ve bi îşkencê hatî qetilkirin girt.