Lîstika 'Ez Rosa Luxemburg ' li Amedê bi temaşevanan re hat cem hev

Lîstika şanoyê ya yek kesî a bi navê "Ez Rosa Luxemburg " ku Jûlîde Kural dileyîze, li Şanoya Bajêr a Amedê bi temaşevanan re hat cem hev.

Amed - Di çarçoveya bernameya Kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê de, şanoya "Ez Rosa Luxemburg " a ji Şanoya Ateşê ya bi nivîs û derhêneriya Jûlîde Kural e, derket ser dikê. Lîstika ku li Şanoya Bajêr a Amedê ya li Bûlwara Dîclekentê hat lîstin, ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, endamên Komeleya Çand û Huner û Wêjeya Jinê (KASED) û gelek hezkiriyên şanoyê ve hat temaşekirin.

Lîstik behsa jiyan û têkoşîna Rosa Luxemburg dike

Piştî lîstika ku ji aliyê şanohezan ve rastî eleqeyeke mezin hat, aktîvîstên TJA'yê û endamên Komeleya Jinan a Rosa kulîlk dan lîstikvan Jûlîde Kural. Di lîstikê de jiyana Marksîst, dijberê şer, fîlozof û aborînas Rosa Luxemburg a ku di 48 saliya xwe de hat qetilkirin û wek jineke xwedî pêwîstiyên taybet têkoşîna wê ya ji bo hebûnê ya di qada polîtîk a mêrsalar de vedibêje. Lîstika yek kesî ji 70 deqîqeyan pêk tê.