Li Yemenê pêşangeha belgefilîmên jînenîgariya jinên pêşeng

Bi boneya 5’emîn salvegera avakirina Komelya Femînîst a Başûr li navenda komeleyê pêşangeha belgefilîmên jiyana jinên pêşengên Yemenê kirine mijara xwe hat nîşandan.

NOOR SURIB 
Yemen – Bi boneya 5’emîn salvegera avakirina Komelya Femînîst a Başûr ku di Tebaxa 2016’an de hatî vekirin pêşangeha belgefilman hat pêşandan. Pêşangeh 17’ê mehê li navenda komeleyê ya li paytexta welat a demkî Adenê hatî vekirin sê rojan ji hunerhezar re vekirîbû. Belgeflîmên hatin nîşandan jî têkildarî jiyana pêşengên tevgera femînîst ên berî serxwebûna Başûrê Yemenê ji bin kolonyalîzma Brîtaniya bûn.
“Me xwest jinên di dîrokê de kedên mezin dane jîndar bikin” 
Seroka Komeleya Jinan a Başûr, Aisha Talib, derbarê fikra pêşangeha ku komeleyê vekir de ev nirxandin kir: "Ji ber şer û hilweşînên mezin, pêve girêdayî biçukxistina jinan komeleya me pêdivî bi xebatek wiha dît. Jinên Başûr di riya fetwe û daxuyaniyên îslama siyasî, rastî talankirin û tirsandinê hatin. Wan dît ku jin li başûr û taybetî jî li Adenê serhildêr in, vekirî ne û ji hînkirinên olê dûr in, vê yekê jî ew tirsandin û têk birin. Bi sedan jin ji karên xwe hatin dûrxistin, nemaze yên ku di siyaset, dadrêsî, ragihandin û hunerê de kar dikin. Her wiha bi hezaran karkerên jin di civakên hevkar, şirketên bazirganî yên hundir û derve de, ku rêjeya jinan ji sedî 90 e û herî zêde jin hêza kar pêk tîne, hatin dûrxstin. Jinan di alîkarî, navbeynkarî, hişyarkirin û têkoşîna li hember şîdetê, her wiha di danûstandinên rê duyemîn û avakirina aşitiyê de jî pêşeng e. Gelek jin di rêxistinên çavdêrî û saziyên civaka sivîl de xebitîn. Ji ber nakokiya mezin û domdar a bi ramanên biyanî yên li hemberî civaka me ku jinan ji holê radike, me biryar da em rola jinên ku di dîrokê de nemir bûne, nîşan bidin.”
Dibistana keçan a Nour Haider 
Aisha Talib diyar kir ku pêşangeh ji bo aktîvkirina bîra civakê hatiye vekirin û wiha dom kir: “Ji ber ku jinên li Aden û giştî Başûrê Yemenê di nav jinên welatên herêmê de pêşeng bûn û ew di destpêkê de ji girîngiya perwerdehiyê agahdar bûn. Dibistana Nour Haider ya keçan di bîstê sedsala borî de hatibû vekirin û bi hewildanên jinan, gelek mamoste jê derçûn. Keda jinan di belvakirna perwerde û zanînê de gelekî mezin bû. Pişre wan keçan di biranşên curbecur de kar kirin. Pêşangeh di heman demê de ji bo rêzgirtina rola wan jina ne.
Aisha di derbarê hejmara kesayetên jin ên ku beşdarî pêşangehê bûn de jî ev agahî da: "Em gihîştin nêzî 40 jinên pêşeng di warên cihêrengan de. Em ne li bendê bûn ku pêşangeh ji aliyê siyasetmendar, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan ve evqas erênî bê dîtin û bê ecibandin. Em pir kêfxweş bûn dema ku me ji nifşên ciwan re wêneya rastîn a jinan beriya terorê veguhestin. Me hewl da baldariya ji bo jinên têkoşer ên ku neçar bûn ji welat derkevin zêde bikin. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de agahdariyên berfireh li ser jinên pêşeng ên başûr û hemî kesayetiyên cihêreng û xwedî bandor bigirin. Em di pêvajoya berhevkirina agahiyan de ne da ku pêşangehên belgefîlman ji jinên başûr re li dar bixin. Em hewl didin ku rastiya jinan derxin pêş û piştgiriya wan bikin da ku di civakê de bi rola xwe ya siyasî û civakî rabin.”
“Di pêşangehê de dîtina jînenîgariya jinên pêşeng cihê şanaziyê ye” 
Rêvebir û edîtora rojnemeya El-Watan Today, Abeer Mohamed, jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina pêşangehê wiha anî ziman: "Min serdana pêşangehê kir û ez serbilind bû dema ku min jînenîgariya gelek jinên ku di parastina mafên me de pêşengtî kirine dît. Pêşangeh xweş e û ez hêvî dikim ku em bibin şahidê çalakiyên bi vî rengî yên ku çanda şîdet û zordariyê red dikin û li hember hemî ramanên çewit ku civaka me dagir kiriye disekinin.”
“Ev der Eden e” 
Seroka Weqfa Guhertina Hişmendî û Pêşketina Pêşerojê Manal Moheem, jî bi van goitnan pesnê pêşangehê da: "Pêşangeh pêngavek baş e, ji bo çelengî û jîrbûna wan jinan were bibîrxsitin û bê dîtin ku jin pêşeng e û xwedan roleke  mezin e. Tişta ku seroka komeleya Jinên Başûr, Aisha Talib, pê rabûye karek hêja ye. Piraniya ciwanên nifşê nû li Yemenê di derbarê jinên pêşeng ên li welêt de tiştek nizanin. Mînak, pir ji nifşê nû nizanin Latifa Chaudhry kî ye, ku ew jî yekem şehîda xwepêşandanên ji bo aştiyê li Adenê li dijî kolonyalîzma Brîtanî hatin lidarxistine. Her wiha gelek kes tiştekî di derbarê rojenemevan, Safiya Luqman, ku yekem dengê radyoya jin e nizan e. Hevoka wê hîn jî nemir e dema ku her roj li ser radyoyê bi gotina ‘Ev der Eden e’ dengê wê digiha her devera welat.”
“Ev pêşangeha nirxdayîna jinên pêşenge”
Hunermend Rasha Obeyd, ya ku dixwest roja vekirina pêşangehê ji dûr ve bibîne jî got: "Di tevgera femînîst de îro gelek şervanên jin hene ku ji rastiya welat a ku di nav şerekî dijwar de derbas dibe, bêzar bûne. Bi nêrîna min bûyerên bi vî rengî jinên xurt ên ku bi zehmetî û kolonyalîzmê re rûbirû mane, ku mafên wan ji dest hatine girtin tîne bîra me. Jînenîgariya wan motîvasyonek mezin e ji bo me û hemî jinên ku mafên xwe li hundur û derveyî welêt diparêzin. Ev pêşangeh wek spasî û nirxdayîn ji pêşengan re.”