Li Til Temirê çalakiyên Heftiya Hûnerî

Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê” ye, çalakiya Heftiya Hûnerî li navçeya Til Temirê despêkir.

Hesekê- Bi armanca zindîkirina çanda herêmê, li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên Heftiya Hûnerî tên li darxistin. Îro jî Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê” ye, li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur u Rojhilatê Sûriyê, çalakiya Heftiya Hûnerî li Saziya Malbatên Şehîdan dan despêkirin. Di vê derbarê de Endama Rêveberiya Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê Lînda Oskan axivî.
Lînda got ku armanc ji çalakiya Heftiya Hûnerî zindîkirina çanda resen a herêmê ye u wiha dom kir: "Bi armanca zindîkirina çanda herêmê ya resen bi hemû netew û olan, em çalakiyên hûnerî li dar dixin. Çalakiya me jî wê bi stranan û karê hûnera destan, 5 rojan dewam bike."
Li aliyekî din jî konê ku karê destan, alavên hûnerî û kevnar di hundirê xwe de dihewîne hatiye vedan. Hêjayî gotinê ye ku her alavek xwedî temenekî pir dirêj e, mînak: cilek heye ku temenê wê 130 sal in, yê dapîrekê ye ku ji 4 pîrikên xwe girtiye û heya roja îro parastiye.
Çalakî bi tamaşekirina sivifizyona li ser Berxwedana girtiyên zindanan despêkir û bi stranan dewam kir.