Li Tehranê pêşangeha ‘Hastim’: Em hene

Faezeh Hamamî berhemên xwe dişibîne hemû matamyiyê kevokên di taritiyê de, dema ku şert û mercên mirovan ên civakî heta guherîn wê derbikeve holê û navê pêşangeha xwe a ku kevokan kiriye mijar, kir ‘Hastim’ (Em hene).

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tehran – Pêşangeha hunermend Faezeh Hamamî ya şexsî a bi navê ‘Hastim’ (Em hene) di 24’ê Mijdarê de li galeriya Dost hate vekirin. Pêşangeh wê heta 21’ê Kanunê berdewam bike. Faezeh Hamamî ku ev 6 sale bi aweyek pispor wênexêze, di heman demê de di zanîngeha Hunerê a Tahranê beşa Wênexêziyê dixwîne.

‘Min bi xêzkirina kevokan dest bi wênexêziyê kir’

Faezeh Hamamî ku bi xêzkirina kevoken dest bi wênexêziyê kir wiha got: “Li bajarê ku ez lê jiyan dikim kevok ji aliyê mirovan ve hatine kedîkirin û piştre ji halê wan re hatine berdan. Êdî ne weke xwezaya xwe jiyan dikin û ne jî bi rêk û pêkiya jiyanê re di gunce, ne ayîdî yek ji van şert û mercan e.”

‘Cihê kevokan ne mal in’

Faezeh Hamamî jiyana kevokan dişibîne jiyana mirovan a di civaka ku lê jiyan dike û got: “Ji ber wê jî min biryar de ku kevokan xêz bikim. Her ku pêşketim min hê zêdetir xal dîtin û dema ku min mijar hilbijart ez hê bi biryar bûm. Di pêvajoya di navbera koleksiyona min a berê û koleksiyona min a niha de, ez bûn şahîdê guherînên ku li derdora min çêbûne. Min ferq kir ku dema ku di xwe nêzkirina kevokan de li ser wan di teyîsin tevger dikin.”

Faezeh Hamamî mereqa xwe a ji zaroktiyê heta niha li bermberî kevokan bi van gotinan anî ziman:

“Destpêkê ez ji hebûna kevokan di mala de ne rehet bûm. Ji ber di aliyê çandî de temsila sinifek ku di asta xwar de temsil dikin. Lê belê mirov dixwazin ji wan cûda be. Heta ev kevok ji jiyana min û malbata min bûn. Piştre li beramberî kevokan bi min re hesta dilpêşewîtinê çêbû. Cihê wan ne mal bû û ev jî ferzkirina mirovan ya li ser wane. Ev nêzîkatiyên kevokan û hem jî nêzîkatiyên ciwanên din ên di welat de, ji ber sedemên raste rast û tu girdanbûne me a mala me ve me hîs nekiriye tîne bira me. Min xêzkirin şev dikir û boyax dikir.”

‘Min hemû mirov di rolê kevokan de dît’

Faezeh Hamamî da zanîn ku bi destpêkirina tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ re bi çavek din li kevokan meyzekir û got: “Nêzîkatiyên wan, hemû matmayiyên wan ên di tarîtiyê de, dema şert û mercên civakê hate guhertin min dît ku dişibe nêzîkatiyên me ên tên guhertin. Kevok rol dilîzin. Hinek deman min xwe, civak û hemû mirov di rolê kevokan de dît. Ji ber wê hebûna min a di wê demê de ji bo têkilibûna wêre min navê ‘Hastim’ da vê koleksiyonê, min kevok dît.”

‘Daxwaza min dîtina hestê ayîdbûnê ye’

Faezeh Hamamî da zanîn ku mêr weke hobi kevokan bi kartîne û wiha got: “Pêşdaraza mêran li bermaberî kevokan heye û ji vere dibêjin eşq! Bavê min gelek ji kevokan hez dike. Bavê min ku hertim bi kevokan re elqeder dibe, nêzîkatiya li beramberî min, heman ew nêzîkatî nîşanî kevokan jî dide. Ez weke jin û weke mirovekê hemû  fikarên ku ez dixwazim divê mijarê de derbixim holê, daxwaza min dîtina hestê ayîdbûnê ye. Ez naxwazim tiştên ku min gotiye girêdayî cih be, lê ez di wê baweriyê deme ke her mirov li gora şert û mercên ku jiyan dike hesta rast a ayîdbûnê bibin e.”