Li Sine pêşangeha wêneyan bal dikşîne ser têkiliya jin û xwezayê

Pêşangeha wênekêş Şahîn Baxweşî a bi navê “Ka Bi Hêdî Bêtir Bibînin” balê dikşîne ser têkiliya di navbera jin û xwezayê de. Pêşangeha ku li bajarê Sine eleqedariyek mezin dibîne hewl dide şiyariya jîngehê ava bike.

Sine – Wênekêşa Şahîn Baxweşî pêşangeheke hunerî bi navê “Ka Bi Hêdî Bêtir Bibînin” li bajarê Sine vekir. Di vê pêşangehê de, wê bi lensên xwe bal kişand ser pirsgirêkên hawirdorî û civakî, bi armanca bilindkirina hişmendiya raya giştî.

Têkiliya jin û xwezayê

Pêşangeha wêneyan a li Sine bi beşdariyeke berbiçav a jinan hate vekirin, ku ev yek rola wan a sereke di parastina hawirdorê û perwerdekirina nifşên nû de nîşan dide. Têkiliya di navbera jin û xwezayê de têkiliyeke rasterast û bi bandor e. Jin, bi rola xwe ya civakî û malbatî, gelek caran ji zirarên hawirdorê hişyartir in. Şewat, avêtina çopê bi awayekî xelet, wendabûna cureyên nebat û ajalan û krîzên din ên hawirdorî, jinan neçar dikin ku tevbigerin û hewl bidin van ziraran kêm bikin. Her wiha, rola wan di perwerdekirina nifşên nû de dikare hişmendiya hawirdorî xurt bike.

Bi wêneyên xwe hewl dide şiyariyê ava bike

Şahîn Baxweşî, wênekêşeke ku bi pirsgirêkên civakî û hawirdorî re eleqedar e, bi wêneyên xwe hewl dide hişmendiyê belav bike. Ew wênekêşiyê ne tenê ji bo kêfê, lê ji bo armanceke mezintir dike. Di pêşangeha xwe ya takekesî ya bi navê “Ka Bi Hêdî Bêtir Bibînin” de, Şahîn Baxweşî bal kişand ser xeteriyên ku ji ber xemsariya hawirdorî derdikevin.

Şahîn Baxweşî ji ajansa me re got: “Ev xeterî em her roj di rêya xwe ya kar de dibînin, lê pir caran em bêyî ku li wan bifikirin, ji wan re derbas dibin.”

Şahîn Baxweşî, ku bi pîşeyê xwe hemşîre ye, ji deh salan ve di wênekêşiyê de çalak e. Şahîn Baxweşî got: “Ez di xebatên xwe de balê dikişînim ser wêneyên kolanan û pirsgirêkên civakî. Her wiha, wênekêşiyeke hêsan tercîh dikim û kameraya xwe ji bo belgekirina fikarên xwe yên şexsî bi kar tînim.”

21 wêne di pêşangehê de tên pêşandan

Şahînê diyar kir ku yek ji fikarên wê yên sereke rewşa hawirdorî ya xirab e. Şahîn Baxweşî got: “Min biryar da ku vê rewşa xirab belge bikim. Wêneyên min dîmenên rojane yên ku çavên me dibînin lê bi rastî wan ‘nabînin’ nîşan didin.”

Di pêşangehê de, wê bi baldarî 21 wêneyên ku bi awayekî bi hûrgilî hatine hilbijartin li ser dîwaran daliqandin. Ev wêne xwedî şêwazeke hunerî û nûjen in û aliyên jiyana modern nîşan didin. Hin wêne balê dikişînin ser dîmenên rast, wek şûşeyên ewlehiyê yên şikestî ku bi awayekî bêserûber li xwezayê têne avêtin û dibin sedema mirina çûkan, an jî bermayiyên avahîsaziyê ku ne tenê dîmenê giştî xera dikin, lê avên binê erdê jî tehdît dikin. Her wiha, şewatên ku nêzî bajêr dibin û metirsiya dubarebûna wan jî di nav mijarên wê yên hunerî de ne.

Dixwaze civak li ser hawirdorê bifikire

Şahîn Baxweşî diyar kir ku armanca wê ne ew e ku mirovan bêhêvî bike an sûcdar bike, lê zêdekirina hişmendiyê ye. Şahîn Baxweşî got: “Min xwest bi van wêneyan mirovan bihêlim ku li ser pirsgirêkên civakî û hawirdorî bifikirin.”

Pêşangehê bi awayekî neçaverêkirî eleqeyeke mezin dît, nemaze ji aliyê jinan ve, ku beşeke mezin a mêvanan pêk anîn. Şahînê tekez kir: “Jinan bi berpirsyariya xwe ya bilind û dilsoziya xwe ya ji bo parastina hawirdorê, beşdariyeke mezin kirin. Dayik di perwerdekirina nifşên nû de xwedî roleke sereke ne, ku ev yek wan dike hêzeke girîng ji bo guhertinên hawirdorî.”