Li Silêmaniyê pêşangehek cîrokên şer hat vekirin

Pêşangeha hunerî ya Beyan Caf ku çîrokên şer bi şêwazên cuda yê hunerî li hev aniye ji aliyê welatiyên Silêmaniyê ve rastî eleqeyek mezin tê.

 
Silêmanî- Pêşangeha bi navê “Çima Şer” ku ji aliyê hunermend Beyan Caf ve li navenda Vîm a Silêmaniyê hatî vekirin dê heta 28’ê Sibatê vekirî be. Çîrokên şer ên di pêşangehê de cîh girtine bi şêwaz û hunerek cûda hatine li hev anîn û têde behsa karesatên şer ên giringî pê nehatine dayîn dike. Di pêşangehê de zêdeyî 10 tabloyên bi şêwazên cûda hatine nîşandan, gelek ji wan bi hunera ‘maskin tîb’ hatine hatine amadekirin. Her karek hunerî çîrokek taybet û navek xwe heye, ji bo amadekirina berhemmek wisan jî demek jêre pêwîste.
Xwendevana koleja hunera ciwanekan a Zanîngeha Silêmanî Tablo Loqman serdana pêşangehê kir û wiha behsa hunerên hatine nîşandan dike: “Dema mirov navê pêşangehê di bihîse mirov dibêje ku di hemû wêneyan de wê xwîn, tundîtujî û şer hebe, lê belê çîrokên vê pêşangehê bi şêweyek cûda hatiye bi berhevkirin, ev jî bala hemû temaşevanan dikêşe.”