Li Silêmaniyê pêşangeha pirtukan

Li Silêmaniyê sêyem pêşangeha navdewletî ya pirtukan hat vekirin rastî eleqeyek mezin hat.

 
Silêmanî - Li bajarê Silêmaniyê seyem pêşangeha navdewletî ya pirtukan ku di 18 Mijdarê vê hat vekirin heta 27’ Mijdarê berdewam kir. Ji 15 welatên cuda bi giştî zêdeyî 200 navendên çapê û pirtuk firoşên navxweyî û derve bejdar bûn. Di pêşangehê de ji 4 milyonan zêdetir pirtuk ku ji wan 380 navnîşanên bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilizî, Fransî û Tirkî têde hebû cîh girtin. Rojane bi sedan xwendevanan serdana pêşangehê kirin. Di roja dawî ya pêşangehê de bi daxuyaniyeke çapameniyê rêxistina pêşangehê dan diyarkirin ku ji sedan 90’ê hemwelatiyan bi vekirina pêşangehê keyfxweşbûne
.
“Pêşangeh ji bo pêşketina aliyê rewşenbîrî giringe”
Ji jinên serdana pêşangehê kirî Lence Selam a 25 salî ku herî zêde ji xwedina romanan hez dike û serdana pêşangehê kirî dibêje: “Pêşangeh di asta çaverêkirina firoşvanan û serdana pêşangehê deye. Pirtukxwendina ciwanan gelek giringe. Pirtukxwendin beşek ji jiyan û alîkariya pêşketina aliyê rewşenbîrî ye.”
“Fikrek cûda ya xwendina pirtukan heye”
Lave Selam jî bilêv kir ku pêşangeh heskirina xwendinê zêde dike û domand: “Bi taybet niha piraniya hemwelatiyan bi torên civakî û telefonan ve mijul dibin. Bi rêya geranê mirov dikare pirtuka ku dixwaze bi dest bixe dikare li vêderê bi hêsanî bibîne. Birastî jî xwendina pirtukan hestek cûda ye.”
Di pêşangehê de çend cûrên cuda heye, ji vana çend rêxistin pirtukan di bexşinin  û ji bo alîkariya zarokan kom dikin yek ji wan jî pirojeya bi navê ‘Bexşîna Pirtukane’ ku di dawiya sala 2020’an de hatiye damezrandin di vê pirojeyê de hem pirtuk tên bexşkirin hem jî pirtukan werdigrin. Di nava van 10 rojan de 20 pirtuk hatine bexşin û di roja dawî ya pêşangehê de jî 70 pirtuk hatine bexşîn.
Reyan Îskender a xwendevana zanîngehê û endama pirojeya Bexşîna Pirtukan got: “Li gelek bajar û bajarokan navendên me hene, ji bo kesên ku nikarin pirtukan bi kirin em li gel wan dibin alîkar, dikarin ew pirtukên ku xwendine carek din bi zivirînin an jî li gel xwe bihêle. Yên ku bixwazin alîkariya kesên ku dixwazin pirtukan bixwînin bikin dikarin pirtukê xwe bînin navnîşanên me em dikarin bigihînin pirtûkhezan.”