Li Silêmanî pêşangeha ‘Xweza her tişt e’

Xweşiktiya xwezaya Kurdistanê û hêza jinan bi hev re rengek dide. Wênekêş Çinûr Mihemed bi wêneyên xwezayê yên ku bi telefonê kişandiye pêşageha xwe ya yekemîn vekir.

Silêmanî – Li hola Muzexaneya bajarê Silêmanî, duh wênekêş Çinûr Mihemed bi wêneyên xwezayî yên ku bi telefona xwe kişandiye pêşangeha xwe ya yekem bi navê “Xweza her tişt e” vekir û wênekêş xwezaya her çar parçeyên Kurdistanê di werzên salê de pêşan da.

Di pêşangehê de 57 tabloyên ku bi telefonê hatine kişandin, hatin pêşandan û dê ev pêşangeh 3 rojan ji saet 8:30’ê siharê heta 05:00’ê êvarê berdewam bike.

‘Ez gelek ji wênekêşanê hez dikim’

Xwediya pêşangehê wênekêş Çinûr Mihemed der barê pêşangeha xwe ya yekem de diyar kir ku çend sal in karê wênekêşiyê dike û wiha got: “Ev çend sal in ez wêneyên xwezayê yên gelek xweşik bi telefonê dikşînim. Hevalên min pêşniyar kirin ku ew wêneyên min kişandine di pêşangehê de pêşan bidim û min biryar da ku ez pêşangehek vekim. Hemû wêneyên ku min ên di vê pêşangehê de min bi telefonê kişandine û hemû xwezaya çar parçeyên Kurdistanê nîşan didin. Ez gelek ji xwezayê hez dikim û ji ber dema mirov xwezayê nas bike, jinan jî baştir nas dike.”