Li Silêmanî ji bo 25’ê Mijdarê pêşangehek hat vekirin

Li Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Rêkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê pêşangehek hate vekirin. Jinên serdana pêşangehê kirin destnîşan kirin ku divê tevahî jin li dijî aqlê mêrsalarî piştgiriya jinên li Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Silêmanî – Îro li Hola Emneseroke ya li Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê KJAR’ê bi hevkariya RJAK’ê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê pêşangehek ya wêneyan vekir. Di pêşangeha ku bi dirûşma ‘Dema Parastina Şoreşa Jinê ye’ hat vekirin de, 40 tablo û wêneyên Jîna Emînî û gelek jinên din ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin hatin pêşandan.

Ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarvan hebûn

Berpirsa dîplomasiya KJAR Rozerîn Kamanger da zanîn ku ji ber taybet roja jinan e ew ji bo pêşangehê 20’ê Mijdarê hilbijartine û wiha got; “Çend komên wênekêşî yên navxweyî ji Rojhilatê  Kurdistan hatine weke ‘Koma Wênekêş a jinên Îran, wênekêşên jinên azadîxwaz yên Rojhilatê Kurdistan’. Di wan wêneyên ku hatine kêşan de behsa êşên jinan dikin, armanca me ya vekirina vê pêşangeha bi vî awayî bilindkirina dengê li Başûr û piştgirîkriina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ye.”

‘Aqilê mêrsalarî sedema tundîtûjiyê ye’

Endama RJAK Banû Helebceyî ya pêşangehê birêxistin kir wiha got; “Her çendî rê li nefes standina jinan were girtin jî, wê jin her qoncekê bibînin nefesê hilbidin. Sedemê sereke yê tundîtûjiya beramberî jinan aqilê mêrsalarî ye. Ew şoreşa ku niha li Rojhilat tê kirin li dijî aqlê mêrsalariyê ye û divê hemû kes piştgirî bide.”

‘Dengê azadiya jinê encamê şoreşê ye’

Çalakvana jinan kejal Abdulqadir wiha got; “Ew jinên ku ev wêne girtine jinên bi hêzmin û hewil dane bi rêya van wêneyan êşan tevayî jinên cîhanê nîşan bidin.”