Li ser tabloyên xwe hêz û bedewiya jinê xêz dike

Şêwekar Mehîle Hêsamî di hunera wêneyên xwe de êş, keyfxweşî û bedewbûna jinê xêz dike û bi hunerên xwe dide nişandan ku jin çiqas xwedî hêz e.

Kirmaşan- Şêwekar Mehîla Hêsamî ji Rojhilata Kurdistanê ye û bi rêya hunera xwe êşên veşartî ên ku jinan jiyan kiriye û hasten jinan li ser tabloyên xwe xêz dike û nîşan dide.

Şêwekar Mehîla Hêsamî  hemû berhemên xwe ên xêzkirina wêneyan têknîkên akrîlîk, pênûsa reş û boyaxan bi kartîne û mijarên di derbarê jinê de dixwe li ser tabloyan û tabloyên ku xêz kiriye li ser malpera xwe ya medyaya dijîtal parve dike û eleqeyek zêde ji berhemên wê re heye.  Di hunera xwe de şêeweyên cûr be cûr ên yên sedsala 20’an de bi kartîne û hemû kêliyên êş û keyfxweşiyên ku jinan jiyan kirine dixwe ser tabloyan.

 Şêwekar Mehîla Hêsamî ku bi xwe jîyana hevpar di diceribîne, di hunera xwe de hemû êşên jinan, jiyana zewacê, dayikan û serpêhatiyên jinan xêz dike. Her wiha di berhemên xwe de portreyan jî xêz dike û xweşkitî û bedewbûna jinê dike tablo. Hertim di berhemên xwe de li dijî mêrsalariyê dide diyarkirin û hertim li dijî vê fikrê biçûkxistia jinê û jin kirina amurê bazarê û kozmetîkê  têkoşîn kiriye.

Mehîla Hêsamî bi berhemên xwe yê hunerê hewil daye êş, bedewbûn û keyfxweşiya jinê bike tablo û nîşan bide ku jin çiqas ji bedena xwe hez dike.