Li Rabatê lîstika bi navê "Ji Ber Şer Jin Nîn e’ hat pêşkêşkirin

Di Festîvala Derhênerên Jin a Navneteweyî ya Jasad ku li Rebatê hat lidarxistin de ji aliyê Civaka Şanoyê ya Yewnanistanê "Mixabin" ve lîstika şanoyê ya bi navê "Ji Ber Şer Jin Nîn e” hat pêşkêşkirin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Li Rabatê di çarçoveya Festîvala Derhênerên Jin a Navdewletî ya Jasad de, Cîvaka Şanoyê Alas a Yewnanistanê şanoya xwe ya bi navê "Ji Ber Şer Jin Nîn e” pêşkeş kir. Derhêneriya lîstika ku ji pirtûka "Ji Ber Şer Jin Nîn e” ya rojnamevan û nivîskara lêkolîner a Ukraynayî Svetlana Alesiyeviç a ku di sala 2015'an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt, ji aliyê Katya Gero û Natalia Georgosopoulou ve hat kirin.

'Şano dikare feraseta serwer biguherîne’

Derhênera Yewnanistanî Katia Gero, diyar kir ku şano dikare di başkirina şert û mercên jinan de roleke girîng bilîze û da zanîn ku şano dikare feraset û baweriyên serwer biguherîne û di heman demê de dikare şerên li cîhanê serwer in jî kêm bike. Katia Gero, da zanîn ku pêşandana şanoya ku dike, dikare li seranserê cîhanê îlhamê bide gelek mirovan û wiha got: "Bi riya şanoyê êşên ku jin di dema şer de dikşînin, bedelên ku dane, zehmetiyên ku piştî şer bi dawî bûne berdewam dikin tên gotin.”

Li dijî polîtîkayên şer banga berxwedanê

Lîstikvana Yewnanistanî Natalia Georgosopoulou jî anî ziman ku bi şanoya "Ji Ber Şer Jin Nîn e” gelek aliyên êş û azarên jinan ên di dema şer de hatine kişandin tên vegotin. Natalia Georgosopoulou, bal kişand ser trajediya ku jin û zarokên Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê dijîn û diyar kir ku tişta jinan li wir kişandine, ji her aliyê ve karesatek mirovî ye û divê demildest bi dawî bibe. Natalia Georgosopoulou, li dijî polîtîkayên şer banga berxwedanê li jinan kir.