Li Qamişloyê pêşengeha çanda pêkhateyan hat organîzekirin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Qamişloyê pêşengeheke ku çanda pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî nîşan didin, organîzekir.

Hesekê- Îsal ne wekî par e, rêxistin, meclis û partiyên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî cûda 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Di bin diruşmeya "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve", îro Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li taxa Xeribî dikeve, pêşengehek li dar xistin. Pêşengeh ji alav û amûrên kevnar yê çandê û çandiniyê, cil û bergên pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî û amûrên ku bi destê jinan hatine çêkirin, pêk dihat. Jin û mêr û her kesê serdana pêşengehê dike û pêre wêneyekî ji bo bîranînên ku di salên pêş de vegerînin, dikişandin.

Têkildarî vê mijarê  Berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê li Qamişloyê Welîda Hesen axivî.

‘Armanca me ew e ku em yekitî û hevgirtina netewan bi hev re bidin diyarkirin’

Welîda Hesen roja jinên cîhanê li tevahî jinên têkoşer û kedkar pîroz kir û wiha destbi gotinê xwe kir: "Organîzekirina pêşengehên wiha zindîkirina çandê di bîra civakê de ye. Her wiha bi hezaran sal pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî bi hev re jiyan dikin û parastina çandê dikin. Di pêşengehê de gelek alav û amûrên çanda herêmê ya hevpar û cil û bergên netewan hene. Armanca me ew e ku em yekitî û hevgirtina netewan bi hev re bidin diyarkirin. Bê guman armanca me ya duyemîn jî li bajaran alav û amûrên kevnar werin dîtin. Bi pêşxistina avakirina bajaran ve çanda gundan a resen hatibû paşguhkirin. Bi vê yekê em dixwazin ku yên li bajaran dijîn jî vê çandê ji nêz ve nasbikin. Da ku bizanibin jinên berê çawa jiyan dikirin, bi çi amûran xwarin û nav çêdikirin, çandinî dikirin û bi çi rengî parastina vê mîratê kirine naskirin pir girîng e."

Welîda Hesen sersaxî ji mexdûrên erdhejê re xwest û ev tişt anî ziman: "Ji bo mexdûrên erdhejê û bi hezaran kesên ku jiyana xwe ji dest dan, me awayên pîrozkirina 8'ê Adarê guherî. Me xwest çalakiyên me bêtir di warê huner û çandî de bin. Li navçeya Til Hemîsê jî em ê pêşengeheke wiha organîze bikin. Da ku şoreşa me ya jinan biserbikeve divê ku em li dîroka xwe û taybet ya çandê vegerin. Ji lewra ez bi hêvî me her kes xwedî li çanda xwe derkeve."

Pêşengeh wê heya saet 16:00'an pêşiya mêvanan û pêkhateyên cûda vekirî be.