Li Qamişlo pêşengeha ‘Xemla Adarê’

Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi dirûşma “Xemla Adarê” pêşengeha hunerî vekir.

Qamişlo – Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa Fatulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê pêşengeha hunerî bi dirûşma “Xemla Adarê” li zanîngeha xwe vekir.

Di pêşengehê de 58 wêneyên biharê yên ku çand û hunera gelê kurd mîna palehî, çêkirina nan, çandina gulan, hêrandina destarê cil û bergên Kurdî û şahmaran tên pêşan dan. Tabloyên ku hatin pêşendan ji aliyê şêwekarên bajarê Qamişlo, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava ve hatibûn xêz kirin.

‘58 tabloyên biharê hatin pêşandan’

Mamosteya wêneyê Rojîn Mihemed a li ser armanca pêşangehê axivî, wiha got: “Em bi saya vê pêşengehê nîşanî herkesî didin ku em biharê çawa pêşwazî dikin. Di pêşengehê de 58 tablo ji aliyê şêwekar, mamoste û xwendevan ve hate pêşandan. Em bi vê pêşengehê nîşan didin ku huner di heyva adarê de çiqas xweş û bi wate ye. Her wiha bi vê pêşengehê civak û zarokên wan dibin yek û çanda wekhev dijîn. Min bi xwe jî weke mamoste tabloya xwe aniye û min kulîlkên biharê xêz kir ku çawa bi ezmanê re dibe yek. Gelek xwendekar û mamosteyên me di pêşengehê de amade ne.”

Rojîn Mihemed a anî ziman ku dê pêşangeha ‘Xemla Adarê’ 3 rojan bidome bang li her kesê kir ku serdana pêşangehê bikin.