Li Qamişlo Mihrîcana Orkêş: Bi dengên pîroz şoreş ava dibin

Li Qamişlo Mihrîcana Orkêş: Bi dengên pîroz şoreş ava dibin

Qamişlo - Piştî rawestîna 5 salan, careke din Desteya Çand û Hûnerê a Herêma Cizîrê, Tevgera Mazopotamya a Çand û Hûnerê û Hîlala Zêrîn, Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê bi gera xwe ya duyemîn lidarxistin. Mihrîcana ku di bin diruşmeya "Bi dengên pîroz şoreş ava dibin" di roja duyemîn de didome.

Wê bi beşdariya 23 komên stranan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd û Ereban pêk tê, mihrîcan heya 16'ê Gulanê dirêj bike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya nirxandinê ji hûnermend Mizgîn Tahir, Reşîd Sofî, Delîl Mîrsaz û hûnermend Serhed, pêk tê.

Mihrîcana ku di roja duyemîn de li Navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo didome, 6 koman stranên xwe yê nû û kevnar pêşkêşkirin. Kom jî ev in; Koma Botan û Koma Hevrîn yên Kobanê, Koma Durit El-Firat û Koma Doser a Tebqa yê, Koma Elefteriya a Dêrikê û Koma şehîd Serhed a Rimêlan.

'Hozan Mizgîn mîrasek ji me re hişt'

Têkildarî Mihrîcana Orkêş a Mûzîkî Endama komîteya amadekar û Rêvebera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq axivî û wiha got: "Di nav 5 salan de, pêvajoya ku herêmên me têre derbas dibû jê re ne amade bû ku Mihrîcana Orkêş were lidarxistin. Êrîşên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her wiha nexweşiya korona jî bû sedem ku em mihrîcanê 5 salan paşde bixin. Lê me xwest îsal di roja şehadeta hûnermenda me ya mezin Hozan Mizgîn de destpê bikin. Hozan Mizgîn hêja ye ku mihrîcan di roja şehadeta wê de were destpêkirin û bi stranan were bibîranîn. Şehîd Mizgîn ji mere mîraseke dewlemend hişt ku îro wekî jinên hûnermend bibin şopdarê wê û meşa wê bidomînin."

'Ji ber siyaset û dorpêçan hûnermendên derveyî Şehba û Helebê nikarîn beşdar bibin'

Mizgîn Çolaq got ku ji hin herêman beşdarbûna mihrîcanê nehat çêkirin û wiha sedemên wê anî ziman: "Ji ber siyasetên ku li dijî herêmên Şehba û Helebê tê meşandin û dorpêça ku pê re rû bi rû dimînin, komên Heleb û Şehbayê nikarîbûn beşdarî mihrîcanê bibin. Me dixwest ku pêkhateyên Ermen û Asur jî beşdar bibin lê amade bûn. Lê ji Kobanê heya Tebqa, Reqa, Minbic û heya Dêrikê wê 23 kom bi kurd û erebên xwe bi gurzeke dewlemend ji stranên xwe yê nû û dewlemend beşdarî mihrîcanê bibin. Her wiha me dixwest ku hûnermendên din yê Şehba û Şelebê jî vexwînin Mihrîcana Orkêş a duyemîn lê belê rewş û dorpêça li ser herêmê jî astengî çêkir, lê tenê dikarîbûn bi rêya vîdyoyên qeydkirî mesajên xwe pêşkêşî mihrîcanê bikin."

Mizgîn Çolaq got ku armanca wan zindîkirin û nûjenkirina mûzîk û çanda kurdewarî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di puxçikên 23 komên me de, gelek stranên bedew û dewlemend hene ku wê pêşkêş bikin. Armanca me zindîkirin û hem nûjenkirina çand û hûnera kurdî ye. Di gotinên stranên me de ne, şoreş, raperîn, serîhildan û xemgînî heye. Yek ji şertên beşdarbûna mihrîcanê jî, kom bi berhemeke nû û hin jî gelêrî bin. Stran vegotina qêrîna şoreşa ne."

'Stran xwarina can û têrkirina hestan e'

Stranbêj Yasmîn Esker ji navenda Çand û Hûner a bajarê Tebqa yê beşdarî mihrîcanê dibe wiha hest û armancên xwe tîne ziman: "Em wekî Koma Doser bi gurzek ji stranên gelêrî û strana me ya nû bi navê Rozêrîna Firatê (Xirûb Fûratî) beşdar dibin. Armanca me ya beşdarbûnê ku em jî rengekî xwe bavêjin ser van rengên bedew ê pêkhateyên me. Çawa xwarin ji bo mirovan girîng e, stran jî wiha ye û wekî xwarina can û têrkirina hestan e."

'Di hebûna DAIŞ'ê de gotina stranan ji me re xewnek bû û niha pêk hat'

Yasmîn Esker balkişand ser dema ku  DAIŞ'ê herem dagir kiribû û wiha bilêv kir: "Di hebûna çeteyên DAIŞ'ê li Tebqa yê de, navendeke çand û hûner tûne bû û bi rastî ji mere gotina stran û mûzîkê wekî xewnekê bû. Bê guman  ev jî ne tiştekî hêsan e, piştî rizgarkirina me ji çeteyan em êdî bi xwe berheman çêdikin û pê beşdarî mehrîcanan dibin. Me çanda xwe zindî kir û bi gelek netewan re jî em bi rengê xwe beşdarî gelek mihrîcanan dibin. Bi stranan jî mirov dikare hemû rewşên xwe yê jiyan dike bîne ziman. Em hêviya serkeftinê ji hemû komên beşdar re dixwazin."

Roja duyemîn bi pêşkêşkirina koman ji berhemên xwe re dewam kir. Her wiha her stranek û gotin û awazên wê ji aliyê komîteya amadekar ve tê nirxandin.